Emîne Gundogan hat definkirin
- 16:03 24 Cotmeh 2018
- Rojane
DERSIM - Cenazeyê dayika Parlamentera HDP’a Dersimê ya berê Edîbe Şahîn Emîne Gundogan li cih û warê wê hat definkirin.
Cenazeyê dayika Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dersimê ya berê Edîbe Şahîn Emîna Gundogan a ji Stenbolê anîn cih û warê wê Dersimê, hat definkirin.
Merasîma cenazeyê li Malacemê ya Pir Kureyş Baba ya li navçeya Qislê hat lidarxistin. Rêxistina HDP’ê ya Dersimê, Serokê Şaredariya Mêzgêr Tekîn Turkel û gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Piştî merasime cenazeyê Emîne Gundogan li goristana Xaltun hat definkirin.
Piştî kar û barên definkirinê, li malacemê loqme hatin belavkirin û serxweşî hatin qebûlkirin.








