Ji bo endamên meclîsên Hesekê perwerde hat dayin
- 14:35 24 Cotmeh 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Bi armanca pêşxistina kar û xebatên navçeyan îro Meclisa Şehîd Midiya ya Hesekê dewreyek perwerdeyê ya bi navê şehîd Evîn dest pê kir.
Bi armanca pêşxistina kar û xebatên navçeyan îro Meclisa Şehîd Midiya ya Hesekê dewreyek perwerdeyê ya bi navê şehîd Evîn dest pê kir. 33 endamên jin beşdarî dewreya perwerdeyê bûn. Dê di perwerdeyê de mijarên wekî dîroka jinê, ol, rêvebertî, rêxistinbûyin, girîngiya perwerdeyê, pergala federasyonê, rastiya paradigmaya Abdullah Ocalan dê bê dîtin.
Endama Rêveberiya Meclîsa Şehîd Mîdiya ya Navçeya Hesekê Felek Sulêman diyar kir ku perwerde mirovan zana dike û wiha domand: "Di dewreya perwerdeyê de hem jinên Kurd hem jî jinên Ereb cihê xwe digirin. Armanca me ew e ku em bi vê dewreyê jinan di warê perwerdeyê de pêş bixin. Perwerde wekî nan û avê pêwist e.
Felekê di dawiyê de bang li hemû jinan kirin ku beşdarî perwerdeyê bibin û rastiya xwe nas bikin.
Dewreya ku hat destpêkirin dê 15 rojan dewam bike .








