Polîsan bi ser kovara Yuruyuşê de girtin û binçavkirin hene
- 11:50 24 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Polîsan bi ser avahiya Kovara Yuruyuşê de girt û xebatkarên kovarê binçav kirin.
Polîsan li Sultangaziya Stebolê bi ser avahiya Kovara Yuruyuşê de girt. Di opersyona ku hat kirin de ji hewa ve jî piştgirî jê re hat dayîn. Derdora avahiya kovarê bi wesayitên zirxî û TOMA'yan hat dorpêçkirin.
Di encama serdegirtinê de xebatkarê kovarê Halîl Yakut û hin kesên ku navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Her wiha lêgerîna polîsan a li avahiyê berdewam dike.








