Platforma Jinan a Edeneyê dê der barê jin û xizaniyê de daxuyaniyê bide

  • 10:45 24 Cotmeh 2018
  • Rojane
EDENE - Li navçeya Yuregir a Edeneyê jina bi navê Selma C. 3 zarokên xwe kuştibûn û hewl dabû întîhar bike. Platforma Jinên Edeneyê ji bo ku balê bikşînin ser  bûyerê dê îro daxuyaniyek bide.
 
Piştî ku Selma C. li  beşa lênêrtina giran a nexweşxaneyê xeteriya jiyanê derbas kir di îfadeya da polîsan de wiha dibêje:" Min di tevahiya jiyana xwe de rojek bi kêfxweşî derbas nekir. Jiyana min tevahî bi zehmetî û nebaşiyan derbas bû. Ji berê û heta niha ez hertim difikirîm ku xwe bikujim. Ji bo ku piştî mirina  min zarokên min rezîl nebin, min ew ji kuştin."
 
Derbarê bûyerê de ji aliyê medyaya tirk ve bi tu awayî bûyer nehat lêkolînkirin û nûçeyên bi sucdariya 'Dayika hovane','Kujer' hatin serwîskirin. Di îfadeyê Selma C. ya yêkem de aşkere dibe ku tişta ew û zarokên wê ber bi mirinê ve  birine mêrê desthilatdar, civaka desthilatdar û kirîza aborî bû.
 
Platforma Jinan a Edeneyê ji bo ku balê bikişîne ser mijarê dê îro li Şaxa  Egitim Sen'ê bi diruşma" Alozî,jin û xîzanî" daxuyaniyekê bide çapemeniyê.