Dayika Yîgît yê sîxurî qebûl nekirî: Sûcê me kurdbûne
- 09:06 22 Cotmeh 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Yîgît Uste yê ji ber daxwaza bibe sîxur qebûl nekir rastî îşkencê hat. Dayika Yîgît, Songulê da zanîn ku li gorî dewletê Kurdbûn sûc e.
Yîgît Uste ji ber daxwaza sîxuriyê qebûl neki, rastî îşkencê hat. Dayika wê Songul Uste got wê der barê polîsên îşkence li kurê wê kiriye serlêdana sûc bike. Songulê got ji ber der barê kûrê wê de biryara girtinê hebû, çend hefte berê bi ser mala wan de hatiye girtin û keça wê ya du salî travma jiyaye û hevjînê wê Adlî Uste jî rastî îşkencê hatiye. Songulê bi lêv kir ku wê heta dawî dozê bişopînin û got li gorî dewletê Kurdbûn sûc e.
‘Di lêgerîna malê de tehdîd, îşkence û heqeret’
Yîgît Uste yê der barê wî de biryara girtinê hebû, di 5’ê cotmehê de li cihê kar ya li Torbaliyê hat binçavkirin. Di saetên sibehê de jî bi ser malbata wî de hat girtin. Songulê da zanîn ku di serdegirtina malan de rastî heqeret, tehdîd û îşkencê hatine û wiha got: “Hewl dan deriyê me bişkînin.Tevî Yîgît ne li malê bû mala me serobino kirin. Li hevjînê min Adlî heqeretên giran û îşkence kirin. Gotin ‘kurê xwe bînin, tu bavekî çawaye li kurê xwe xwedî dernakevî’. Gotin ‘em te li vir lînç bikin wê agahiya kesî tunebe.’ Hevjînê min ji xwe nexweşê şekir û tansiyonê ye. Min jî got hun çima hevjînê min derb dikin. Biçin Yîgît bînin. Hefteyekê hevjînê min şopandin. Du sê saetan hevjînê min birin çiyê û gotin ‘kurê xwe bîne’. Li wir tehdîd dikin. Kurê min ji tirsan nayê. Bi şev û roj mala me dişopînin. Bi balafiran ji ser taxê derbas dibin. Em nikarin biçin serşoyê jî. Em dibêjin bê emê nikaribin cilên xwe li xwe bikin.”
‘Sûcê me Kurd bûne’
Songulê her wiha destnîşan kir ku kurê wê dema binçavkirine de çavê wî girtine û li ereziyek vala îşkence lê kirine û wiha got: “Milê wî reş bibû. Li serê wî xistibûn. Heqeret lê kiribûn. Sîxurî lê ferz kirine. Wî jî qebûl nekirî ye. Sûcê kurê min tune ye. Li ser îfade heye. Berê 2 kes bûn niha bûne çar kes Yên gilî kirine jî tirsandine. Em xwe nagihînin dosyayê. Ev du sale li pey kurê min in. Tenê sûcê me kurdbûna me ye. Ma gelo dewlet dixwaze em xwe bikujin?”








