ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2018'AN

  • 09:00 22 Cotmeh 2018
  • Rojev
*Li Wanê mîhrîcana Şanoya Mencelê ku di 13'ê Cotmehê de hatibû destpêkirin bi dawî bû. Di mîhrîcanê de ji her bajarê Kurdistan û Tirkiyeyê lîstîk hatin lîstin. Der barê  şanoya kurd, qedexe û qirkirina li ser çanda kurd de şanoger Sara Mihemedî nirxandin kir. DÎMEN HEYE
 
*Zarokên Efrînê yên ku ji top û balafirên dewleta tirk  ji Efrînê derketin ku nebin qurbanê topan li Kantona Şehbayê bi cih bûn li ser vegera li  Efrînê wiha gotin:"Em wek Zarokên Efrînê tu caran dev ji zimanê xwe bernadin,em ê perwerdeya xwe li Şehbayê di nav hemû zehmetiyan e berdewam bikin heta ku em vegerin Efrînê."DÎMEN HEYE
 
*Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê di 6’ê cotmehê de mêrê bi navê Halîl Bîkîç (56) hevjîna xwe ya du mehî ducanî bû Semîra Bîkîç (22) ya Fasî qetil kir.
 
*Girtiyên di doza Nisêbînê de parastin kirin, birin hucreyê îşkence lê kirin. Girtiyên 7 meh in di hucreyê de ne û agahî jê nayên girtin, rewşa wan fikarê zêde dike. Xizmên girtiyan diyar kirin ku ew ji ewlehiya canê wan bi fikar in.
 
*Berîvan û Ayşe yên di temenê biçûk de hatine zewicandin û rastî şîdeta sîstematîk hatine, ji ber polîtîkayên jinan diparêzin tunebû û rolên zayenda civakî di nav şîdetê de tenê hatin hiştin. Ayşe û Berîvanê diyar kirin ku divê jin hîn bêtir xurt bin û serî hilbidin û her wiha divê her kes li dijî zewacên zarokan têbikoşin. DîMEN HEYE
 
*Yîgît Uste yê ji ber daxwaza bibe sîxur qebûl nekir rastî îşkencê hat. Dayika Yîgît, Songulê da zanîn ku li gorî dewletê Kurdbûn sûc e.DîMEN HEYE
 
* Li Sîlopiya Şirnexê di dema qedexeya derketina derve de, di encama ku guleya topê li mala wan ket, Mehmet Mete yê 11 salî jiyana xwe ji dest da. Piştî 2 salan şûnde, Dadgeha Îdareyê daxwaz kir ku heyeta kesên dizane ji bo dozê bên cem hev.
 
* Gundê Uzundere yê Karabaglar a ji ber nêzî bajar e û li ser proje tên amadekirin, wek zeytûnên xwe li dijî modernîteyê berxwe dide.DîMEN HEYE