Eren Keskîn: Ji bo ku em nêrîna jinê bînin baroyê em ketin rê
- 16:56 21 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL- Namzeta seroklatiya Baroya Stenbolê Parêzer Eren Keskîn a ku gava dengê xwe bi kar anî axivî wiha got;" Em li erdnîgariya ku desthilatdariya mêr lê serdest e de ji bo ku e nêrîna jinan bînin baroyê em ji lîsteyek ku ji 10 kesan pêk tê 7 jin ketin riyê."
Dengdayîna ji bo hilbijartina serokatiya Baroya Stenbolê berdewam dike. Namzeda jin Parêzer Eren Keskîn a ku ji koma Parêzerên Azadîxwaz û demokrat (ODAV) bû namzeda serokatiyê piştî ku dengê xwe bi kar anî axaftineke kurt kir.
Erenê di axaftina xwe de diyar kir ku armanca wan ew e ku demokrasiyê bînin baroyê û wiha axivi;" Em bi nêrîna Medet Serhatan, Şevket Ozdemîr û Tahîr Elçiyan nêzî hilbijartina baroya Stenbolê dibin. Em pargaleke hiqûqê ya ku demokrasî û mafên mirovan esas digre diparêzin. Ji bo makeqanûneke demokratîk a ku divê baro peywira xwe pêk bînin. Em ji bo ku nêrîna jinê bînin ernîgariya ku hişmediya mêr lê serdest e ketin rê û bi lîsteya ku ji 10 kesan pêk tê ku 7 jin in ketîn riyê."








