Tulaya Hatîmogullari: Eniyeke hepar a têkoşînê divê

  • 16:43 21 Cotmeh 2018
  • Rojane
EDENE - Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullar ku di kongreya partiya xwe ya li navçeya Karataşa Edeneyê de axivî, diyar kir ku divê gel li eniyeke hepar a têkoşînê bên gel hev û wiha got: "Ger ku AKP di hilbijartinên herêmî de têk biçe ew ê îktîdara wê jî têk biçe."
 
Rêxisitna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Karataşa Edeneyê bi dirûşma "Em ê bi rêxistinê azad bibin" 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anîn .Di kongerya ku li avahiya navçeyê ya HDP'ê hat kirin de Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogular û gelelek siyasetmedar û endamên partiyê tevli bûn. Li salona kongreyê pankartên bi nivîsa, "Em ê bi rêxistinkirin azad bin û hûn bi xêr hatin 1'emîn Kongeraya me" bi kurdî, tirkî û erebî hatin daliqnadin.
 
Piştî hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê Hevseroka HDP'ê  ya bajarê Edeneyê Gulseren Tural axivî û diyar kir ku ew ê bi hilbijartinên herêmî re têkoşîna demokrasî û aştiya mayînde  bi hêztir bikin.
 
'Gel kirin dijminên he'
 
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmoglularî jî di axaftina ku kr de, diyar kir ku bi polîtîkayên demên dawîn îktîdar bi pêş dixwe gelan dike dijminên he. Tulay di berdewamiya axafitna xwe de anî ziman ku dewletên dixwazin xwe ji krîa aborî ku bi giştî li cîhanê heye di ser Sûriyeyê re li Rojhilata Navîn dest bi şerê parvekirinê kirine û Tirkiye jî parçeyekî ji şerê ku ji bo parvekirinê hatiye destpêkirin e.  Tulay wiha berdewam kir: "Hikûmeta AKP'ê ku tevli vî şerî bû tişta para xwe wekî krîza aborî girt."
 
Tulay di berdewamiyê de got ku HDP'ê di vê pêvajoyê de jî aştiyê dixwaze û got ku HDP ji bo li Rojhilata navîn xwîn bes bê rijandin têkoşînê dide. Tulay got ku pirsgirêka herîm ezin a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û wiha berdewam kir: "Hikûmeta AKP'ê ku li Rojhilata Navîn polîtîkayên şer pêşve xistin winda kir. Divê ku AKP demildest dest ji van polîtîkayên xwe yên şer berde û riya aştiyê vebike. Ji bo çareseriyê divê her kes testê xwe têke bin kevir."
 
'Li dijî faşîzmê berxwedan divê'
 
Tulay anî ziman ku li Tirkiyeyê Faşîzm tê înşakirin û li dijî vê faşîzmê divê ku hemû alî bên gel hev û têkoşînê bidin. Tulay bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên dema pêşiya me jî û wiha got: "Îkîtîdara AKP'ê vê baş dizane, ger ku li bajarên rojavayê Tirkiyeyê winda bike ew ê îktîdara xwe jî winda bike.  Ji ber vê jî ji bo ku rejîma xwe ya yek mirov û îktîdara xwe winda neke ji hilbijatinên giştî bêhtir girîngiyê dide van hilbijartinên herêmî yên dema pêş."
 
'Eniya hepar divê bê avakirin'
 
Tulay anî ziman ku hatina gel hev a bi HDP'ê re bi tu kesî tiştekî nade windakirin û wiha dawî li axafitina xwe anî: "Qeyûm tayînî şaredariyên partiya me kirin. Îrojî keyayan ji peywirê digirin. Ji ber ku keya neçûn civîna Erdogan ji peywirê hatin girtin. Gelek keya li Samandagê jî ji peywirê hatin girtin. Tenê Hevşaredarên kurd û keyayên kurd ji peywirê nehatin girtin, keyayê ereb jî ji peywirê hatin girtin. Ji ber vê divê ku em li dijî van pêkanînan berxwedaneke hepar bidin.Ger ku em eniyeke hepar ava nekin em bi hev re winda bikin."
 
Piştî axafitinan Faliyet û raporên malî hatin xwendin. Di hilbijartina ku ew ê bi lîsteyekê biçin, ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Karataş ê Pinar Gul û Alî Çelîktan hatin hilbijartin.