Serokê TBMM'ê dewleta sosyal ji nû ve pênase kir
- 13:53 21 Cotmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê TBMM'ê Bînalî Yildirim li zanîngeha Erzîncanê axivî. Bînalî Yildirim diyar kir ku pereyê ku ji aliyê dewletê ve ji jinan re tê dayîn pire û her wiha sosyal dewlet jî mîna mêrên kal zewicandin pênase kir.
Serokê TBMM'ê Bînalî Yildirim, tevlî bernameya ku ji aliyê zanîngeha Erzîncanê ve hat lidarxistin bû. Binalî Yildirim li zanîngehê di axiftina xwe de bi lêv kir ku pereyê ku ji aliyê dewletê ve ji jinan re tê dayîn zêde ye û her wiha got ku armanca dewleta sosyal zewicandina mêrên kal e.
Her wiha Bînalî da zanîn ku Tirkiyeyê di warê pêşketina "dewleta sosyal" de di 15 salin dawîn de gelek pêş ketiye.








