Ji bo partiya Pêşeroja Sûriyeyê semînera diyalogê
- 13:29 21 Cotmeh 2018
- Rojane
ŞEHBA - Bi armanca pênase û naskirina armanca Partiya Pêşeroja Sûriyeyê,Partiya Pêşeroja Sûriyeyê li Kantona Şehbayê semînera diyelogê li darxsi.
Piştî ku di 27'ê Adara 2018 an de Partiya Pêşeroja Sûriyê hat avakirin, ji bo pênase û naskirina armanca partiyê bi tevlibûna hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, Kongireya Satar, Oldar, Meclîsên Herêma Efrînê, Partiyên li Şehbayê û kesayetên welatparêzî û siyasî Partiya Pêşeroja Sûriyê semîra siyalogê li Kampa Serdemê ya li kantona Şehbayê li darxisitin
Her wiha Seroka Mala Jin ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Birîvan Cinêd, Seroka Ciwanan a Partiya Pêşeroja Sûriyê Zêrîn Dîngilî û Serokê Daîreya Têkiliyan yê Partiya Pêşeroja Sûriyê Muhemed reşîd axivîn û di axaftina xwed e armanca xebata xwe anîn ziman.”
Di axafitnên hatin kirin de, hat diyarkirin ku piştî aloziya Sûriyeyê rêxistinkirina gel, pêşxistina jinên ciwan di dîroka 27'ê adara 2018 an de partiya Pêşeroja Sûriyeyê hat avakirin û deriyê xebata ku wê ji jinê re were vekirin di aliyê siyasî,Aborî de ji bên vekirin.”
Di dawiyê de semîner bi axaftinên ji aliyê tevlineran ên li ser Partiya Pêşeroya Sûriyeyê hat bidawîkirin .








