Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin
- 12:32 21 Cotmeh 2018
- Rojane
COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê 30 herêmên navçeyên bajêr bi minesebeta 'Herêmên ewlehiyê ya taybet' li welatiyan qedexe kir.
Li navend û navçeyên Colemêrgê 30 herêm bi hinceta 'heremên ewlehiyê' ji bo 15 rojan li welatiyan hatin qedexekirin. Walîtiya Colemêrgê di daxuyaniya ku da de diyar kir ku li navçeyên girêdayî navendê û navçeya Çelê,Şemîzînan û Geverê ji 21'ê cotmehê heta 4'ê mijdarê li welatiyan hatine qedxekirin.








