Gel bertek nîşanî veşartina krîzê da
- 09:23 21 Cotmeh 2018
- Rojane
EDENE - Jinên ji bo dan û standê hatin bazarê û esnafên sûkê diyar kirin ku krîza aborî şert û mercên jiyanê her diçe dike zorê û li dijî gotinên dewlet û hikûmetê yên wekê ‘krîz tune’ jî bi bertekin.
Ji ber krîza aborî hem welatî û hem jî esnafên sûkê zor û zehmetiyên mezin dikşînin. Desthilatdarî her roj bi gotinên wekê ‘krîz aborî tune’ daxuyaniyan dide û çapemenî jî heman tiştî derdixe pêş. Welatiyên kamerayan çawa dibînin dibêjin "Hun ê bê alî vê biweşînin."
‘Xizan mirine’
Li navçeya Seyhan a Edenê li taxa Gulbahçeyê jinek ku li bazara înê dan û stanê dike, çawa kamerayê dibîne wiha dibêje: “buhayî, buhayî, buhayî. Xizan mirine. Ka binêrin li cuzdanê min. Ez bi 20 TL pere hatime. Ezê çi bikirim. Her tişt biha ye. Ez tenê dikarim ji bo zarokan hinek sêv û mandalîna bigirim.”
‘Krîz heye û bi awayekî zelal li baer çav e’
Jina bi navê Kerîme Çinar jî wiha dibêje: “Kîloya firingiyan 4 TL ye. Pir bihaye. Havînê me bi 10 kîlo digirt em niha du kîloyan digirin. Bi israr dibêjin krîz tune ye. Ma çawa tune? Heye û bi awayekî zelal li ber çavan e.”
‘Em bi zor debarê dikin’
Jina bi navê Fatma jî ku nexwest paşnavê xwe bide destnîşan kir ku bi 100 TL hatiye bazarê lê destvala vedigere û wiha pê de çû: “Em bi 100-150 TL hewl didin hem dan û stan û hem jî hewcedariyên zarokan bigirin. Ji bo hinek pereyê me bimîne em her tiştî dikin. Hinek dibêjin krîz tune. Çapemenî hewl dide me bixapîne.”
Fîdan Akdogan jî ku li cem bavê xwe esnafiyê dike wiha dibêje: “Muşteriyên me ne wek berê ne. Ji ber krîzê pir kêm tişt tê firotin. Em bi vî pereyî debara xwe dikin. Em ancax pereyê nanê xwe derdixin.”








