'Me Efrîn ava kir dewleta tirk bombebaran kir'

  • 09:06 21 Cotmeh 2018
  • Rojane
Ferîde Zade-Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Piştî ku gelê Herêma Efrînê koçberî kantona Şehbayê bûn di nav hemû zor û zehmetiyan de, jiyana xwe bi rêxistinî didomînin. Berxwedana  58 rojan a ku li hemberî balafirên dewleta tirk hate nîşandan li Kantona Şehbayê kêlî bi kêlî berdewam dike. 
 
Li Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdîstanê 58 rojan bi pêşengiya jinan gel li hemberî balafirên şer û êrîşan berxwe dan. Jina bi navê Munîra Muhemed Reşo ya ku bû şahidê êrîşên li ser Efrînê û berxwedana Efrînê ew roj vegotin. Munîrayê  diyar kir ku her roj li ser serê wan top dihatin barandin û got ku wan li dijî van êrîşana heta dawî li berxwe dane. 
 
'Gelan  Efrîn ava kir, Dewleta tirk bombebaran kir'
 
Munîra Muhemed Reşo bi lêv kir ku wan Efrîn bi kedên mezin ava kirin û got ku armanc bi top û topan tunekirina yekitiya gelan bû û wiha axivî;"Di gelamperiya cîhanê de  di nav hemû şeran de yên ku herî zêde  êş û  zehmetiyê dikşînin û  bedelên giran dide, bê guman jin in. Hem zarokên me dikujin, hem jî me ji axa me koçber dikin.  Mînaka wan jî ya herî ber çav jinên Efrînê ne. Me bi kedên mezin Efrîn ava kir û tê de  tovên aşitiya gelan  çandin. Lê mixabin di encama êrîşên Dewleta tirk a dagirker de em topbaran kirin. Dewleta tirk li hemberî aşitiya mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê bi awayekî hovane êrîşî Efrînê kirin. Xwestin bi top û bombeyên me bidin koçkirin, lê li hemberî hemû êş û zehmetiyan me ji ser xaka Kurdîstanê koçber nekir. " 
 
'Her roj, her saet  li ser serê me top barandin' 
 
Munîrayê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku li ber çavên wan zarok dihatin qetilkirin û got ku wan bêrûmetî qebûl nekir û wiha vegot:" Bi salan bû hikûmeta tirk dixwest êrîşî Efrînê bike. Bi çekên herî giran jin, zarok û mirovahî dihate bombebarankirin. Li hemberî vê hovitiyê cîhan kor û bêdeng bû. Bi van êrîşan bêrûmetî ji gelên Efrînê re ferz dikirin, lê gel bêrûmetî qebûl nekir. Êrîşî Efrînê dikirin û berçavên me zarok qetil dikirin. Em di mala xwe de bûn,her roj her saet  top li ser serê me dibarandin. Di dawiyê de ne tenê em, bi hezaran malbat ji bo xwe ji topbaranê rizgar bikin û bi rûmet bijîn ji Efrînê derketin. Bi şev em ji Efrînê derketin. Dema ku em derdiketin Dewleta Tirk a dagirker hîn topên xwe li ser me dibarandin.  Di nav hemû zehmetiyan de em gihiştîn Kantona Şehbayê. Rast e em niha li Şehbayê dijîn, lê belê fikir û dilê me li Efrînê ye. "
 
'Em ê berxwedana xwe bidomînîn û vegerin Efrînê'
 
Munîrayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tu hêz nikare vîna jinên Efrînî bişkîne û wiha domand:" Niha ji ber ku li kantona Şehbayê derfet kêm in, min jî wekî her jineke têkoşer ji xwe re dikanek a zebzeyan vekir. Ez her serê sibehê saet di 00.08'an de dikana xwe vedikim û heya êvaran dixebitim. Di dîrokê de heya niha jinên kurd tu car li hemberî bêrûmetiyê serê xwe netewandine. Ez jî wek jinêke kurd û jineke Efrînê dibêjim ku tu hêz nikare vîna me bişkîne. Em her tim serbilind in û heta dawiyê jî em ê berxwedana xwe bidomînîn û vegerin Efrînê."