'Divê hemû jin dakevin qadan'

  • 09:02 21 Cotmeh 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Endamên Mala Jinê û Saziya Malbatên Şehîdan bertek nîşanî qetilkirina jinan dan û diyar kirin ku divê kesên ku  jinan qetil dikin û îstîsmar dikin werin darizandin û gotin:"Divê bêdengiya cîhanê ya derbarê qetilkirin û îstismarkirina jinan de bi dawî bibe û kesên ku komkujî û îstismarê dikin bi cezayên mezin bên darizandin."
 
Li ser rûyê cîhanê her ku diçê komkujî û îstismara li dijî jinê zêde dibe. Kesên ku jinan dikujin, tecawiz û istismarê li dijî wan pêk tînin nayên darizandin. Têkildarî mijarê de Endamên Mala Jinê û Saziya Malbatên Şehîdan da zanîn ku ji bo komkujî, şiddet, taciz, tecawiz û îstismara li dijî jinê bi dawî bibe dengekî hevpar lazim e û wiha gotin:"Divê rê li ber kuştin, tecawiz, şiddet, taciz û istîsmara li dijî jinê bê girtin. Ev bûyer her ku zêde dibin civakê ber bi xetereyek mezin de dibe. Divê darizandinek adîlane pêk were."
 
'Divê hemû jin dakevin qadan'
 
Endama Mala Jinê Şemsa Şêxmûs da zanîn ku ji ber kujer nayên cezakirin û darizandinek adîlane pêk nayê kuştin, tecawiz, şiddet, taciz û îstismar zêde dibe û wiha got:"Kesên ku jinê qetil dikin jiyanê jî qetil dikin. Qetilkirina jinê pirsgirêkên civakî kûrtir dike. Dema ku jin tên kuştin hemû nirxên civakî binpê dibin. Ji bo jiyanek aram divê pêşî li kuştin, tecawiz, şiddet û tacîzê bê girtin. Divê li dijî vê yekê hemû jin bibin yek dakevin qadan û mafên xwe biparêzin.Divê bêdengiya cîhanê ya derbarê qetilkirin û îstismarkirina jinan de bi dawî bibe û kesên ku komkujî û îstismarê dikin bi cezayên mezin bên darizandin. Divê rê li ber hemû tundiyên li ser jinê bê girtin. Ev bûyer her ku zêde dibin civakê ber bi xetereyek mezin de dibe. Divê darizandinek adîlane pêk were."
 
'Bêdengiya navneteweyî erêkirina qetilkirina jinê ye'
 
Hevseroka Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan Henîfa Silêman diyar kir ku divê li dijî kuştin, taciz, tecawiz, îstismarê dengekî hevpar ê navneteweyî bilind bibe û wiha got:"Dema dengekî navneteweyî bilind nebe dê pêşî li kuştin, taciz, tecawiz û îstismarê nê birîn. Ji aliyekî din ve jî bêdengiya navneteweyî erêkirina qetilkirina jinê ye. Divê hemû jin bibin yek û dengên xwe bilind bikin û ji koletiya bi salan rizgar bibin. Heta ku êrîş û şîdeta li dijî jinê bi dawî nebe ew ê pirgirêkê civakê jî mezintir bibe. Ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan divê mafên jinê bê parastin û şîddet li jinê neyê kirin."