Xizmên Windakiriyan: Tirkiye welatê windakiriyan e

  • 15:26 20 Cotmeh 2018
  • Rojane
AMED - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di çalakiya Xizmên Windayan de axivî û got: “Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên necezakirinê kuştinên mirovan berdewam dike û hewl didin mirovan winda bikin.”
 
Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi armanca “Windahî bên dîtin û faîl bên darizandin” 5056’emîn çalakiya rûniştênê ya vê hefteyê pêk anîn. Çalakî li avahiya Şaxa ÎHD’a Amedê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên windakirî hatin hilgirtin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, endam û rêveberên Şaxa ÎHD’a Amedê, rêveber û endamên Şaxa SES’ê û malbatên windayan beşdarî çalakiyê bûn. 
  
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Kes nikare têkoşîna dayîkan hepsî cih û zeman bike. Li hemû qadan têkoşîna xwe bi rêve birin. Tim rastî êrîş, îşkence û zilmê hatin. Hin caran xizmên xwe winda kirin û hin caran jî, hatin cezakirin. Lê ligel vê yekê jî li Qada Galatasar, Koluyolê, Cizîrê, Geverê, Wanê, Êlihê û li hemû qadan têkoşîna xwe berdewam kirin.”
  
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî, diyar kir ku desthilatdariya siyasî dixwaze parêzvanên mafên mirovan hespî avahiyan bike û wiha axivî: “Lê emê tu carî dest ji lêgerîna xwe ya maf û edaletê bernedin. Rojnameger Cemal Kaşikçi, li Balyozxaneya Sûûdî Erebîstan a Stenbolê hat kuştin. Gelo çima li Tirkiyeyê hat kuştin? Bêguman dema em li wêneyên windayan mêze dikin, wê demê baş tê zanîn ka çima Tirkiye hilbijartin. Ger li vî welatî bêceza bûn ji holê rabûya, kesên hatibûn windakirin bihatan dîtin û faîlên wan hatibana cezakirin, kuştina Kaşikçi li Tirkiyeyê çênedibû. Ji bo hemû kesan edalet pêwîste. Heya ku winda bên dîtin, emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê Hasan Yalçin, çîroka Nazim Gulmez ê di sala 1994’an de li gundê Taşitli yê navçeya Xozata Dersimê ji aliyê leşkeran ev hat windakirin vegot û wiha axivî: “Bavê 9 zarokan Nazim Gulmez ê 61 salî di 15’ê Cotmeha 1994’an de li gundê Taşitli yê navçeya Xozata Dersimê ji aliyê leşkeran hat binçavakirin. Leşkaran bi darê zorê Gulmez bi xwe re birin û carek din agahî jê nehat girtin. Piştî hemû rêyên hiqûqa hûndirîn bi dawî bûn, malbata Gulmez bi navbeynkariya parêzeran di 26’ê Gulana 2016’an de serî li DMME dan. DMME bi hincetên cuda serlêdan red kir.”
 
Xizmên Windakiriyan piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê li ser xistin.