'Em ê li ser doza şehîdên xwe têkoşîna xwe bidomînin'

  • 14:39 20 Cotmeh 2018
  • Rojane
MINBIC - Li bajarê Minbicê yekemîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi dirûşma "Şehîdên me çirûska azadiyê pêxistin û şopandina rêya wan misogeriya avakirina civaka demokratîk û azad e" hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî konferansê bûn gotin:"Em ê li ser rêya doza şehîdên xwe têkoşîna xwe bidomînin."
 
Li bajarê Minbicê yekemîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi dirûşma "Şehîdên me çirûska azadiyê pêxistin û şopandina rêya wan misogeriya avakirina civaka demokratîk û azad e" hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî konferansê bûn diyar kirin ku ew xebatên xwe berfirehtir bikin û heta dawiyê şopdarê doza berxwedêran bin. 
 
Dayika bi navê Cîhan Mustefa giringiya lidarxistina konfransê anî ziman û wiha dest bi axaftinê kir:" Konferansê çoşeke mezin da malbatên şehîdan û hêzeke mezin ji konfransê hat girtin,  armanca me ji konfiransê ew bû em kar û xebatek rast li ser rêya şehîdên xwe em bidin meşandin û xwedî li keda şehîdan derkevin. Malbatên şehîdan ji cih û netewên cuda tevlî konferansê bûn."
 
Her wiha endama rêveberiya saziya malbatên Şehîdan ya bajarê Minbicê Zîlan Heleb wiha got:" Ev konferans dê avakirin û sererastkirina xebatê me be, ji bo malbatên şehîdan bi hêztir bibin û moralê wan baştir bibe ev pêwist bû. Li konferansê li ser çareserkirina pirsgirêkên heyî hat sekinandin. Em hêvî dikin ku piştî konferansê dê pêşketinên baştir pêk werin. Em ê li ser doza şehîdên xwe têkoşîna xwe bidomînin."
 
Dayika bi navê Ferîda Xelîl jî got:" Konferans ji hemû malbatên şehîdan re bû bingeh û çavkaniya têkoşînê. Piştî du salan konferansek bi vî awayî ji bo me serkeftinek mezin e ku hemû malbatên şehîdan li cihekî li hev kom bibin û pirsgirêkê xwe nîqaş bikin. Ferîdayê di dawiya axaftina xwe de konferans li hemû malbatan pîroz kir û serkeftin ji wan re xwest."