Li Girkêlegê li dijî tundiya li ser jinê meş hat lidarxistin
- 13:12 20 Cotmeh 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Ji bo şermezarkirina tûndiya li ser jinê bi sedan jinên navçeya Girkêlegê ya girêdayî bajarê Dêrikê daketin qadan û kuştina jinan şermezar kirin.
Li navçeya Girkêlegê bi pêşengtiya Kongreya Star bi sedan jinên Kurd, Ereb ji navçeya Girkêlegê û bajarokên wê Çelaxa,Tilkoçer û gondewarên wê yên girêdayî bajarê Dêrikê ya Kantona Qamişloyê daketin qadan û bi yek dengî qetilkirina jinan şermezar kirin. Di meşê de dirûşmên "Na ji bo kuştina jinan" , "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Meşê ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û heta nava Sûka Bajêr dewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê berdevka Kongreya Star a kantona Qamişlo Eyihan Murad ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin jin her di bin zihniyeta baviksalarî de tên çewisandin û divê demildest dawî li van pêkanînan bê û hemû jin azad bibin.
Her wiha daxuyaniyê de hat gotin ku komkujî û şîdeta li djî jinan şermeke mezin e û divê hemû kes li dijî vê şermê serî hildin.
Herî dawî di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û dawî li zilma li ser jinê bînin."








