Mirina bi guman a werzîşkara kor

  • 11:05 20 Cotmeh 2018
  • Rojane
AMED - Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê ya kor û atlet Gurbet Damar bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. 
 
Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê ya kor û li pola 4'emîn a Beşa Perwerdeya Antrenoriyê ya Dibistana Bİlind Ya Werzîşê û Perwerdeya Laş, Gurbet Damar bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Gurbetê li odeya xwetazîkirinê ya tesîsa dibistanê mirî hat dîtin. 
 
Gurbetê ji aliyê hevalên xwe hat dîtin. Ji bo otopsiyê ekîbên tenduristiyê Gurbetê rakirin Saziya Tipa Edlî. 
 
Gurbetê beşdarî pêşbaziya ku di 3-4'ê Hezîrana 2017'an de li Berlîna Almanyayê hatibû lidarxistin bûbû. Gurbetê di pêşbaziya Şampiyontiya Atletizmê ya Astengên Kor a Navneteweyî de di beşa jinan de di 1500 metreyî de yekemîn di 400 metreyî de duyemîn hatibû hilbijartin.