Kujer nas e: Li Stenbolê jinek û 2 zarok hatin qetilkirin
- 09:43 20 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Li Arnavutkoyê mêrekî, hevsera xwe û 2 zarokên xwe qetil kir.
Li Arnavutkoya Stenbolê mêrekî hevsera xwe û 2 zarokên xwe qetil kir. Mêrê ku komkujî pêk anî piştre xwest xwe intihar bike û bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.








