'Rojnameger deng û rastiya civakê ye'
- 09:03 17 Cotmeh 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Radyoya Sewt El-Heyat Sozda Ehmed derbarê binçavkirin û girtina rojnamegerên li Tirkiyeyê û li Kurdistanê anî ziman ku ev helwestek dijhiqûqî ye û wiha got:"Dewleta tirk ji hêza jinên Rojnameger ditirsin. Rojnameger deng û rastiya civakê ye."
Di encama operasyona ku navenda wê Amed li 9 bajaran hat kirin de gelek rojnameger û siyasetmedar hatibûn binçavkirin û hinek jê hatin girtin. Têkildarî mijarê de Endama Rêveberiya Radyoya Sewt El-Heyat Sozda Ehmed got:"Binçavkirin û girtina rojnameger û siyasetmedaran nîşaneya têkçûna dewleta tirk e."
Sozdayê da zanîn ku ev operasyonên tên kirin li dijî têkoşîna ji bo demokrasiyê ye û got:"Bi êriş û girtina rojnamegeran dewleta tirk dixwaze aloziya xwe ya navxweyî û aloziya aborî veşêre. Ew dixwaze rastiya ku Dewleta Tirk di nav de ye dernekeve holê. Lewma jî êrîşî rojnameger û siyasetmedaran dikin."
'Rojnameger deng û rastiya civakê ye'
Sozdayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Di mijara êrîşa li ser rojnamegeran de bi taybet jin hedef tên girtin. Rojnamegerên jin ji bo parastina heqîqetê tev digerin. Lê îro em dibînin ku ji aliyê Dewleta tirk ve têne girtin. Bêdengiya çapemeniya cîhanê û rêxistinên mafên mirovan jî nayê qebûlkirin. Rojnemegerên jin li hemû aliyên cîhanê tên girtin, kuştin û li dijî wan destdirêjî tê kirin. Ev destdirêjî di heman demê de li civakê jî tê kirin. Divê li dijî vê yekê hemû kes dengê xwe bilind bikin. Dewleta tirk ji hêza jinên Rojnameger ditirsin. Rojnameger deng û rastiya civakê ye. Binçavkirin û girtina rojnameger û siyasetmedaran nîşaneya têkçûna dewleta tirk e."








