Ji ber çop û bîhnê mirov nikare di kolanên Sûrê de derbas bibe

  • 09:07 4 Îlon 2018
  • Rojane
AMED - Gelê Sûrê diyar kirin ku şaredariya ku qeyûm tayînî wê bûye xizmetê li taxan nameşîne û diyar kirin ku ji ber çop û bîhnê mirov nikare di kolanên Sûrê de derbas bibe.
 
Navçeya Sûrê ya Amedê ku piştî qedexeya derketina derve rastî texrîbatek mezin hat, piştî qeyûm tayînî şaredariyê bû, vê carê veguherî sergo. Piştî tayînkirina qeyûm gelek kes ji kar hatin avêtin û ji ber kêmasiya xebatkaran kolan bi rêk û pêk nayên paqijkirin. Tê diyarkirin ku ev du meh e ji taxan çop nayên komkirin û tax nayên paqijkirin. Li taxa Îskendar Paşa, Melîkahmet û Dabanoglu her der di nav çopê de maye û gel li hember vê yekê bi bertek e.
 
‘Em bimrin jî ne xema wan e’
 
Jina bi navê Fatma Kaya Alp destnîşan kir ku gelek tax di nav çopê de mane û bîhn dide. Fatmayê wiha got: “Em ditirsin ku zarok nexweş bikevin. Ji ber vê yekê em dernaxin derve. Em bi derfetên xwe kolanan paqij dikin, çopê radikin. Lê têr nake. Ji bîhnê em nikarin derkevin derve. Şaredarî tenduristiya me nafikire. Em bimrin ne xema wan e.”
 
Elîf Emel jî bi lêv kir ku ji ber çop nayê komkirin, bîhnek xerab ji taxan tên û wiha got: “Bîhn heta hundirê malê tê. Em nikarin li hundir rûnin. Şaredarî naxebite.”
 
Zuhal Ozkirici jî bertek nîşanî rewşê da û bi lêv kir ku ji ber çopê nikarin tiştekî bikin û divê demildest şaredarî mudaxaleyê rewşê bike.