Li Mêrdînê Meşa Azadiyê: Divê tecrîd bê rakirin
- 17:59 3 Îlon 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê meş li dar xist. Piştî meşê daxûyanî hat dayîn. Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Sîncar got ku ji bo Tirkiye ji krîza aborî xilas bibe divê di demekî nêz de ji pirsgirêkên kurd re çareserî bê dîtin. Alî, anî ziman ku divê tecrîta li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê daxuyanî da. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad(TJA), Komeleya Nivîskarên Kurd, Platforma Kedê(emek), rêvebir û rêxistinên navend û navçeyên HDP û DBP’ê tevlî daxûyaniyê bûn. Meşa ku ji Deriyê Amedê yê li Artukluyê ew ê bihata lidarxistin, ji ber walîtiya Mêrdînê destûr neda, polîsan hemû rê girt. Piştre heyet ji avahiya HDP’ê ya Mêrdînê heta Parqa Karayollarî bi çepikan meşiyan û li vir li ser navê HDP’ê Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Sîncar daxûyanî da. Pankartên “Bila Tecrît Rabe”, “Bila şer bisekine” hat vekirin.
Alî di destpêka axaftina xwe de behsa 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê kir û wiha got: “1’ê Îlona 1939’an de di meda 2’yemîn de şerê mezin yê emperyalîzmê de şerê herî giran hat kirin û di vî şerî de 52 mîlyon kes hatin qetilkirin. Li gel vî şerî ev şer bû sedema tunebûn, birçîbûn, mirinê. Ji ber vê yekê jî 1’ê Îlonê wek Roja Aştiyê ya Cihanê tê pîrozkirin. Lê belê li Tirkiyeyê ji bo şer, hilweşandin û tecrîdê israrek ji aliyê îktidarê ve heye.”
Alî, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku di ernîgariya kurdan de pîrozbahiyên ku ji bo Roja Aştiyê tê kirin tundî û hilweşandin didome û wiha pêl da axaftina xwe. “ Sedema vî şerî û hilweşandinê AKP ye. Ev hikûmet ji bo siyaseta kurd a demokratîk û muhalefeta tirkiyeyê bê deng bimîne hedef girtine, hevdîtinên azadiyê xilas kirine. Butçeya ku ji bo şer hatiye veqetandin derûniya hikûmetê xirab dike. Diravê ku ji bo perwerde û xizmetê hatiye veqetandin ji şer re diçe: Ji bo ku Tirkiye ji krîza aborî xilas bibe divê di demek nêz de çareserî ji pirsgirêkên kurd re bibînin. Ji bo pêvajoya demokratik ev gava yekem e. Ev jî bi rakirina tecrîdê ancax dikare bê çareserkirin. Lewra jî Roja Aştiyê ya Cihanê divê li hember tecrît û polîtîqayên şer bibe têkoşînek. Divê em ji bo gel azadiyê ava bikin.”








