Zarokên Serêkaniyê xwe ji bo mihrîcanê amade dikin
- 17:15 3 Îlon 2018
- Rojane
Dîlber Mihemed
SERÊKANIYÊ - Koma folklor, stran, şano yên zarokên Navenda Çand û Hunera Waşûkaniyê amadekariya beşdarbûna 4'emîn mîhrîcana zarokan dikin.
Li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tigran a Bajarokê Rimêlana Til Temirê 4'emîn Mîhrîcana Zarokan dest pê kiribû. Koma folklor, stran, şano yên zarokên Navenda Çand û Hunera Waşûkaniyê amadekariya beşdarbûna 4'emîn mîhrîcana zarokan dikin.
Endamê Rêveberiya TEV-ÇAND'ê ya Kantona Hesekê Sumeya Muhemed derbarê 4'emîn Mîhrîcana Zarokan de anî ziman ku armanca wan ew e bi mîhricanên bi vî rengî dilê zarokan xweş bikin û çandê biparêzin.








