Sînorê Dîlokê ji bo 15 rojan hat qedexekirin
- 17:00 3 Îlon 2018
- Rojane
DÎLOK - Walîtiya Dîlokê li ser sînorê Sûriyeyê bi dema 15 rojan “Herêma Ewlehiya Taybet” îlan kir û ji çûnehatê re qedexe kir.
Buroya çapemeniyê ya Walîtiya Dîlokê daxuyanî da û li gorî daxuyaniyê li ser sînorê Sûriyeyê bi dema 15 rojan “Herêma Ewlehiya Taybet” îlan kir û ji çûnehatê re qedexe kir. Li gorî daxuyaniyê qedexe ji 31’ê tebaxê dest pê kir û heta 14’ê îlonê dê dewam bike.








