Li 6 gundên Amedê qedexeya derketina derve
- 15:30 3 Îlon 2018
- Rojane
AMED - Li 6 gundên girêdayî Navçeyên Hezro û Licê yên Amedê bi hinceta operasyonên leşkerî qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li 6 gundên girêdayî Navçeyên Hezro û Licê yên Amedê bi hinceta operasyonên leşkerî qedexeya derketina derve hat îlankirin. Li gor daxuyaniya Walîtiya Amedê wekî hincet operasyon û Qanûna Îdareya Bajêr hincet hat nîşandan. Li Gundên Dolunayi Çavundur, Yalaza, Baglan, Ortaç ên Licê û li gundê Çitlibahçe yê Hezroyê ji 3'ê îlonê de saet ji 06.00'an şûnde qedexeya derketina derve hat îlankirin.








