Parlamenter û endamên ÎHD'ê hatin derbkirin

  • 15:07 3 Îlon 2018
  • Rojane
ENQERE - Ji bo îdama Hossein Penahi bi dawî bibe endamên HDP'ê û ÎHD'ê xwestin ku çeleng dînin ber deriyê Balyozxaneya Îranê. Li ser vê yekê polîsan êrîşî endamên HDP'ê û ÎHD'ê kirin. Parlamenter, parêzkarên mafên mirovan û rojnameger hatin derbkirin. Filiz Kerestecioglu ya HDP'yî da zanîn ku ev tiştên ku tê kirin faşîzm e.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo îdama aktivîstê Kurd Ramiz Hossein Penahi ku hat ragihandin ku dê roja Sêşemê bê îdamkirin, bisekine xwestin ku çelengê dînin ber deriye Balyozxaneya Îranê ya li Enqereyê. Lê polîsên ku pêşiya Balyozxaneya Îranê bi bariyeran girtin destûr nedan û êrîşî Parlamenterên HDP'ê Filiz Kerestecioglu, Saliha Aydeniz, Mensur Işik û rêvebirên ÎHD'ê kirin. 
 
Her wiha polîsan rojnamegerên ku çalakî dişopandin jî derb kirin. 
 
'Ew û Îran di nava kîja bazariya qirêj de ne?'
 
Daxuyaniya ku ji aliyê polîs ve destûr nehat dayin li pêş Navenda Giştî ya HDP'ê hat dayin. Parlamentera HDP'ê Filiz Kerestecioglu di daxuyaniyê de da zanîn ku ev tiştên ku tê kirin faşîzm e û got:"'Ew û Îran di nava kîja bazariya qirêj de ne? Em nizanin ew çi dikin lê armanca me ew e ku em pêşiya îdamkirina Ramin Huseyin Penahî bigirin."