Wînî Omer: Pergala li Sudanê ji bo jinan bi xof e

  • 09:12 3 Îlon 2018
  • Rojane
Sozda Oremar
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger û parêzvana mafê mirovan Wînî Omer a bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ye, diyar kir ku hemû rojnamegerên jin ên li Sudanê ku hewl didin heqîqetê nîşan bidin bi zextan re tên rû hev û got: “Qanûnên pêşî li fikrên azad bigirin hatin derxistin. Lê ev qanûn nikarin pêşî li fikra azad bigire.” 
 
Komara Sudanê di Asta Azadiya Çapemeniyê ya 2018’an a Rojnamegerên Sînornenas (RSF) de di nav 180’ê welatî de di rêja 174’an de cih digire. Der barê cil û bergên jinan de jî qedexe hene û li gorî daneyên No to Women's Oppression Initiative li Sûdanê di 2016’an de ji 15 hezarî zêdetir jin bi sûcdariyên ‘li hemberî pergala cemawerî derketine’ rastî cezayên kamçiyê hatin.
 
Wînî Omer li Sundanê hem rojnamegerî û hem jî parêzvana mafê jinan dike. Wînî di gelek mijaran de panelan pêk tîne û beşên civaknasî û antropolojî xwendiye. Bi lêkolînên xwe yên di qadên civakî û zanistinên civakî tê zanîn.
 
Der barê Wînî de ji ber sûcên li hember dewletê û ji ber etek li xwe kiriye, bi giştî 8 doz hatin vekirin. Der barê wê de qedexeya derketina derve heye û bi cezayê darvekirinê re jî rû hev e.
 
Wînî der barê xebat, rojnamegerî û cezayên li hember wê pirsên ajansa me bersivand.
 
* Çend sale hûn rojnamegeriyê dikin û bi mafê jinan re eleqeder dibin?
 
Ji 2014’an heta niha rojnamegeriyê dikim. Di rojnameya Stzîn de xebitîm. Rojname di 2016’an de hat girtin. Di kovara Alhadatha Alsudanya de min edîtorî kir. Di 2007’an de dema xwendekara zanîngehê bûm, bi pirsgirên jinan re eleqeder bûm. Tevlî perwerdeyê mijarên pisgirêkên jinan bûm.
 
*We di mijarên mafê mirovan, şîdeta zayendî, suneta jinê, zewacên zarokan de xebat meşandin. Daneyên we bi dest xistin çi ne?
 
Şîdeta li ser jinê bandorek mezin a psîkolojîk, fîzîkî, civakî û aboriyê li ser jinan dike. Bi taybet hemû cureyên îşkenceyê bandorek giran li ser tenduristiya jinê dike û heta mirinê dibe. Di heman demê de bandorek mezin li ser psîkolojiya jinê dike.
 
*Suneta jinê û zewaca zû bandorek çawa li ser tenduristiya jinan dike?
 
Suneta jinê di hinek civakan de wek çand belav bûye. Ev jî rewşek ku jinê dike kole ye. Ji ber bi jinan bawer nabin di bin navê ‘şerefê’ de sunet tên kirin û li gorî wan civakan, civakên sunetê nakin kêm tên dîtin. Li Sudanê ji sedî 90 jin tên sunetkirin. Ev jî xetereyek mezin e. Bandorek psîkolojîk û tenduristî li ser jinan dike. Mînak zaroka keç a bi navê Enam di dema sunetkirinê de jiyana xwe ji dest da.
 
Yek ji pirsgirêka din a li Sudanê her diçe belav dike zewicandina zarokên di navbera 7 û 10 salî de ye. Qanûnên li Sûdanê destûr dide ku zarokên di navbera 7 û 10 salî de bizewicin. Ev bûyer mafê zarokan digire bin piyan.
 
*Jinên rojnameger rastî çi pirsgirêkan tên?
 
Li Sudanê rojnamegerî pîşeyek pir zehmet e. Rojnamegerên jin rastî astengiyên mezin tên. Rojnamegerên jin ên bûyerên siyasî dişopînin ji aliyê polîsan ve tên binçavkirin. Dewlet van rojnamegeran dijberî xwe dibîne. Jinên rojnameger ên heqîqetê nîşan didin jî rastî her cureyê heqeretê tên. 
 
Li gorî vê pergala Sudanê, ji bo jinan pergalek bi xof e. Li Sudanê zîhniyeta mêr serdest e. Qada jiyan û pîşeyî ya jinan hedef digire. Bê hêz tên dîtin û raste rast şîdet li wan tên kirin. Mafê jinan tune tên hesibandin. Em jin divê li dijî vê pergalê bibin yek têkoşînê mezin bikin.
 
*Hûn derbarê sûcdariyên li ser xwe çi difikirin?
 
Di Kanûna 2017’an de ji ber min etek li xwe kir di çarçoveya xala 152’emîn de hatim binçavkirin. Îdia kirin ku etek ne li gorî civakê ye. Sê cara derketim dadgehê û min got pirsgirêka etekê min tune ye. Piştre biryar dan cilên min di cih de ne. Di Sibatê de dîsa hatim binçavkirin. Îcar jî ji ber bi hevalên xwe yê mêr re geriyame vekiribûn. Li gorî qanûnên Sudanê divê têkiliya jinan bi mêran re tune be. Ev 6 mehe nahêlin ez derkevim derveyê welat. 
 
Êdî ez bi awayekî azad nikarim tev bigerim. Ji ber bûyerên li Sudan û fikrên demokratîk xebatên min hebûn. Ez wan nikarim bînim cih. Yên min kirin ji aliyê dewletê ve hatin desteserkirin. Hemû xebatên min hatin sekinandin. Li Sudanê rojnamegerî gelek zehmet e.
 
*Banga we ji bo jin û hevpîşeyên we heye?
 
Di vê pêvajoyê de rojnamegerên jin û saziyên civaka sivîl piştgirî dan min. Piştevaniyê pir hêz û moral da min. Bêguman ev têr nake. Divê li hemberî mafê mirov û jinan civak bê hestiyarkirin, di mijara binpêkirina mafan de her kest tiştên dikevin ser milê wan bikin. Divê hemû çapemenî û rojnameger vê bibînin û wisa nêz bibin.