‘Rapora ku wê di hefteyekê de bihata 4 mehe tune ye’
- 09:11 3 Îlon 2018
- Rojane
XARPÊT - Meles Tekîn a 73 salî ku bi hinceta cezayê wê teqez bûye girtiye û nexweş e, ji bo bê tahliyekirin ev 4 mehe li bende rapora ku Saziya Tipa Edlî bide ye.
Meles Tekîn a 73 salî li Mêrdînê bi hinceta 4 sal û 2 meh cezayê wê heye di meha Nîsanê de hat girtin. Piştre surgunî Girtîgeha Xarpêtê hat kirin. Melesê pirsgirêkên tenduristiyê jiya û ji bo rapora tipa Edlî sewqî Edeneyê hat kirin. Niha li bende rapora Saziya Tipa Edlî ye ku bê tahliyekirin. Lê ev 4 mehe rapor derneketiye. Malbat û parêzerên ji bo raporê li îdara girtîgehê digerin jî tu agahiyê nagirin.
Rapora ku di pêvajoya normal de di du mehan de derdikeve, hat hînbûn ku midûrê girtîgehê ji bo nexweşxaneyê daxwazname nivîsiye. Rapora divê di 23’ê Tîrmehê de bişandana girtîgehê, hîna nehatiye û ji bo parêzeran jî agahiya ‘wê di hefteyekê de bê’ hat dayin.
Di koguşa dima de bi diyalîzê ve hat girêdan
Tevî dem di ser 23’ê Tîrmehê de derbas bû jî hîna rapor tune ye. Meles bi alîkariya hevalên xwe hewcedariya xwe ya rojane pêk tîne. Meles nexweşa dil, sîng, tansiyon û şekir e. Malbatê diyar kir ku bi taybet her tim tansiyonê Melesê bilind dibe û hema hema her roj dibin revîrê. Meles a ji ber kezeba reş nikare bimeşe, di koguşê de bi diyalîzê ve girê dabûn.








