Li Cizîrê Îlon: Li pey du dayikan, du zarokên şîr dimijin

  • 09:09 3 Îlon 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Zeyneb Edîn a sê sal berê li Cîzîrê bû hedef, di hembêza wê de pitikê wê Berxwedanê 9 mehî re li erdê ket û carek din ranebû. Maşallah Edîn a ji bo xilaskirina Zeynebê çû cihê bûyerê , ew jî li wir hat qetilkirin. Berxwedanê ku ketiye 3 saliya xwe bêyî dayika xwe nas bike mezin dibe, keça Maşallahê, Çîçek jî hewl dide di bîranînên xwe de dayika xwe zindî bihêle.
 
Li Cizirê di qedexeya derketina derve ya di 4’ê Îlona 2014’an de hat îlankirin û heta 12’ê îlonê berdewam kir de 21 kesî jiyana xwe ji dest da. Tevî her tiştî jinan kolan terk nekirin û bîranînên sê sal berê hîna zindî ne.
 
Di qedexeyê de Maşallah Edîn a 40 salî û Zeyneb Edîn a 18 salî jî jiyana xwe ji dest dan. Di roja 9’ê îlonê de li taxa Cudî êvarê saet di 22.00’an de her du jinê ji bo telefonê çûn mala cîranên xwe bûn hedefa guleyên ji qerekolê hatin berdan. Ewil Zeyneb hat qetilkirin. Zeyneb bi kurê xwe yê 9 mehî Berxwedan re li erdê ket. Li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Berxwedan birîndar bû. Maşallah Edîn a xwest Zeynebê ji cihê bûyerê bikşîne jî bû hedefa guleyan û ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da.
 
Her jin sê roj şûnde birin nexweşxaneyê
 
Du kesên xwestin wan xilas bikin jî birîndar bûn. Ekîbên 112’an jî bi hinceta ewlehiya wan tune ye nehatin birîndar negirtin. Bi hewldana kesên derdrorê Berxwedan û du kesên din heta serê kolanê birin. Cenazeyê Zeyneb û Maşallahê jî piştî sê rojan şûnde birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
 
Tevî ku 3 sal derbas bû ne zarokên Maşallahê dayika xwe ji bîr kirin û ne jî Berxwedan ê birîndar, birîna xwe ji bîr kir. Çîçek Botan û Berxwedan ji mirina dayikên xwe bê agahî mezin dibin.
 
Berfînê dayika xwe ji Çîçekê re vedibêje
 
Keça Maşallahê, Çîçek Botan dema dayika xwe winda kiriye 4 salî bûye. Niha 7 salî ye. Çîçek bi zorê di wêneyan de dayika xwe nas dike. Xwişka wê Berfîn, ji xwişka xwe re dayika xwe vedibêje. 
 
Berxwedanê her hefte diçe ser goristana dayika xwe, bêyî ku şansa naskirina dayika wî bidin wî mezin dibe.