‘1’ê Îlonê ji bo aştiye firsendek e’
- 10:16 31 Tebax 2018
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN – Endamên SES û Egîtîm Senê derbarê 1’ê Îlonê de axivîn gotin; " Bi salan e li gel ku êrîş diqewimin û şer tê kirin, lê dîsa gel tu carî dev ji têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bernedaye."
Endamên SES û Egîtîm Senê derbarê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê de axivîn. Endaman diyar kirin ku bi salane şer deqiwime û dibe ku ev şer di salên pêş gûrtir bie lê wan li gel şe tucarî dest ji têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bernedane.
Endama SES’ê Gulîzar Îpek, anî ziman ku di 1’ê Îlona 1939’an de di meda 2’yemîn şerê mezin yê emperyalîzmê de şerê herî giran hatiye kirin û ji ber ku di vî şerî de 52 mîlyon kes hatine qetilkirin, 1’ê Îlonê wek Roja Aştiyê ya Cihanê hatiye pîroz kirin. Gulîzar, bi lêv kir ku li gel di ser wê komkujiyê re 79 sal derbas bûne jî hêzên emperyalist û hegomonîk dest ji rijandina xwîn bernedane û wiha got: “Ji ber ku ev hêz ji bo mîjokeriya xwe bidin berdewamkirin xwestin ku civakan ji hev biqetînin û bikin dijminên hev. Em li dijî şerê li ser axa xwe şerê ku li Rojhilata Navîn berdewam dike ji bo azadiyê bang dikin. Ev şerê ku heta roja îro berdewam kiriye û hîn jî dike bu sedema kuştina mîlyonan mirovan. Ev şer bû sedem ku bi mîlyonan mirov seqet bimînin û ji ser axa xwe koç bikin."
'Li Şengalê bi sedan jin hatin revandin'
Zelalê di berdewamiya axafitina xwe de bal kişand ser yek ji encma şerê qirêj êrîşa li ser şengalê jî wiha got: "Di encma vî şerî de li Şengalê jinên êzîdî ji aliyê DAÎŞ’ê ve di bazaran de hatin firotan û rastî tecawizê hatin. Dayikên me ji bo ku hestiyên zarokên xwe yên winda bibînin li edaletê digerin. Bi hezaran hevalên me yên kedkar ji kar hatin derxistin. Ev jî encamên polîtîqaya şer e. Em wek xebatkarên kedkar cudahiya ol û ziman naxin navbera xwe û em ê heta dawiyê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê heta dawiyê ji bo azadiyê bang bikin û dev ji têkoşîna xwe bernadin.”
‘Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin’
Endama Egîtîm Senê Nejla Selçuk jî da zanîn ku di vê pêvajoyê de şerê ku diqewime gelek watedare û wiha bi lêv kir: "Li Rojhilata Navîn şerekî dijwar diqewime. Di van şeran de bi mîlyonan kes ji welat û axa xwe hatin dûrxistin. Herî zêde jin û zarok ji van şeran neyînî bi bandor bûn. 1’ê Îlonê ji bo li dijî şer bê derketin û banga ji bo azadiyê fersendeke mezin ej. 1’ê Îlonê tê wê wateyê ku jin şer naxwazin û alîgirên azadiyê ne. Têkoşîna ku îro ji bo aştiyê tê dayîn jî nîşaneya vê ye. Li gel şerê tê kirin em ê ji bo atiyê têbikoşin û dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
'Têkoşîna dayikên Şemiyê kevneşopiyek dîrokî ye'
Nejla, di dirêjiya axaftina xwe de balê kişand êrîşa ku li dijî Dayikên Şemiyê hat kirin jî û wiha got: “Dayikên Şemiyê ji bo aqubeta zarokên xwe bipirsin û hestiyên zarokên xwe bibînin 23 sal in têdikoşin. Têkoşîna wan dayikan di dîrokê de kevneşopiyek e û sembol e. Dayikên Şemiyê di hefteya 700’emîn de rastî êrîşê hatin ku ev êrîş tu carî nayê qebûl kirin. Ji br ku ew dayik banga edalet û aştiyê dikin. Ev êrîş nîşan dike ku wê di pêşerojê de şer zêdetir bibe û polîtîqayên şer berdewam bikin. Lê belê ne Dayikên Aştiyê, ne Dayikên Şemiyê û ne jî gel wê dest ji têkoşînê bernedin.”
'Bila 1'ê Îlonê bibe wesîleya aştî û azadiyê'
Nejla, di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku bi KHK’yên hatin derxistin gellek kedar hatin îxrackirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek xebatkar dibêjin ku di pêşerojê de dibe ku ev dîsa biqewime. Xwestin ku hevalên me bi birçîbûnê terbiye bikin. Em wek xebatkar dev ji xebata xwe û têkoşîna xwe bernadin. Em hêvî dikin ku ev 1’ê Îlonê ji bo zarok û gelên me bibe wesileya azadiyê û aştiyê.”








