Ji Gulseren Yolerî ji bo hefteya 701'emîn çalakiya Dayikên Şemiyê bang

  • 09:11 31 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL- Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî bertek nîşanê êrîşa li hemberî 700’emîn a çalakiya Dayikên Şemiyê da û got tevî her tiştî wê di hefteya 701’emîn de li Qada Galatasarayê bin û bang li raya giştî kir ku piştgiriyê bidin.
 
Seroka ÎHD’a Stenbolê parêzer Gulseren Yolerî êrîşa li hemberî çalakiya 700’emîn a Dayikên Şemiyê nirxand û bertek nîşan da. Gulserenê bi lêv kir ku Dayikên Şemiyê bi salane li xizmên xwe digerin.
 
Gulserenê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku desthilatdariyê ji tirsa ew anîne asta ‘Em ê çalakiya Dayikên Şemiyê bi dawî bikin’ û wiha pê de çû: “Bi vê tirsê Qada Galatasarayê veguhertine qada şer. Di hefteyên 500 û 600’î de jî çalakî pêk hatin û gelek kes tevlî bibûn. Terzek çalakiyê ya Dayikên Şemiyê heye. Her hefte bal dikşînin ser windayekî. Gotinên nefret û êrîş tune. Me hefteya 700’î jî wisa fikirî. Me yê axaftin guhdar bikira û emê rabana. Lê desthilatdariyê ew der veguhert qada şer.”
 
‘Emîne Erdoganê çawa hezm kir’
 
Gulserenê balkişand ser daxuyaniya wezîrê karên hundir Suleyman Soylu û got gotinên wî bêperwa ne û gotinên bi vî rengî tu car li wezîrekî nayên. Emîne Erdogan di daxuyaniya xwe de dibêje ez dayikan fêm dikim. Dema em wek civak difikirin em fêm nakin ku Emîne Erdogan çawa van gotinan hezm dike. Yên dewletê bi rêve dibin çawa van gotinan hezm dikin.”
 
Gulserenê di dawiya axaftina xwe de bang lih emû rayagiştî kir ku di hefteya 701’ê de tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê ya Qada Galatasarayê pêk tê bibin.