Jinan ji bo mîtîngê bang kir: Beyî serokatiyê aştî ne pêkan e

  • 09:09 31 Tebax 2018
  • Rojane
AMED- Jinan ji bo mîtînga 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku li Qada Îstasyona Amedê pêk tê bang kirin û gotin: “Beyî serokatî aştî ne pêkane. Her kesê vê tecrîdê qebûl nake divê di 1’ê îlonê de xwedî li Rêbertiyê derkeve.”
 
HDP û Platforma Demokrasî û Kedê di 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de wê li Qada Îstasyona Amedê mîtîngekê pêk bînin. Mîtîng bi dirûşma ‘Aştî nikare bê tecrîdkirin’ di navbera 16.00 û 21.00’an de pêk bê.
 
‘Bendewariya me azadiya Rêbertiyê ye’
 
Hevseroka HDP’a Bismilê Hatîce Oner daxuyakirin ku di 1’ê îlonê de bendewariya wan Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û da zanîn ku heta Kurdistan azad nebe, tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî nebe wê 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê watedar nebe. Hatîceyê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Gelên li Kurdistanê bi salane rastî zilmê tên. Gel rastî zilmê hatin. Dayikan zarokên xwe di şer de winda kirin. Zarok hatin binçavkirin û bi salan agahî ji wan nehat girtin. Li ser dayikan zext hene. Ji bo ev êş bi dawî bibe hewceye Birêz Ocalan azad bibe û tecrîda li ser rabe. Divê her kes di 1’ê îlonê de bibe yek deng.”
 
‘Bila tecrîd rabe’
 
Jina bi navê Bedriye Kiliç jî balkişand ser tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan û got divê demildet ev tecrîd rabe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta tecrîd bidome wê aştî neyê Tirkiyeyê ye. Beyî serokatî aştî ne pêkan e. Her kesê tecrîdê qebûl nake divê di 1’ê îlonê de li qada mîtîngê be.”