Hediye Şemo: Ji bo jiyanek aştiyane, azad û demokratîk divê Abdullah Ocalan azad bibe
- 09:06 31 Tebax 2018
- Rojane
Şêrîn Zêrevan/Delal Cemîl
TIRBESPIYÊ - Derbarê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de Endama Kongreya Star Hediye Şemo da zanîn ku ew dixwazin li hemû cîhanê aştiyek mayinde pêk were û got:"Ji bo jiyanek aştiyane, azad û demokratîk divê Abdullah Ocalan azad bibe."
Ji 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê re hindik ma. Têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de Endama Kongreya Star Hediye Şemo diyar kir ku ji nav tiştên herî pêwist yek jê aştî ye û ew ji bo aştiyek mayinde heta dawî li ber xwe bidin.
Hediya Şemo diyar kir ku gelê Kurd ji dîrokê heta niha her dem fikrên aştiyê parastiye û got:"Tevî hemû zextên dewleta tirk, Serok Apo û gelê Kurd dîsa jî aştî xwestine. Ji ber ku Rêber Apo aştiyê dixwaze niha di Girtîgeha Îmraliyê de tê girtin. Ji bo jiyanek aştiyane, azad û demokratîk divê Abdullah Ocalan azad bibe."
'Em ji bo aştiyek mayinde li ber xwe didin'
Hediyeyê da zanîn ku ew ji bo aştiyek mayinde li ber xwe didin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bi salan e ku Serok Apo di Girtîgeha Îmraliyê de tê girtin. Bi vî awayî gef li aştiyê tê xwarin. Em ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyek mayinde li ber xwe didin. Divê hemû mirovên li cîhanê dest bidin hevdu û ev aloziya li cîhanê bi dawî bibe. Bi taybet jî jin divê mil bidin milên hevdu û ji bo jiyanek azad, wekhev û serbixwe bixebitin."








