Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger: TEV-DEM ji bo aştî û demokrasiyê dixebite
- 09:04 31 Tebax 2018
- Rojane
Devrîm Amed/Rojda Seyîtxan
QAMIŞLO - Endama Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger derbarê lidarxistina Kongreya TEV-DEM'ê ya 3'yemîn nirxandinên girîng kir û bal kişand ser sedema guhertinan û got:"Tev-Dem ji bo aştî û demokrasiyê dixebite."
Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya 3'yemîn beriya çend rojan hat lidarxistin. Di wê kongreyê de gelek guhertin hatin çêkirin û TEV-DEM'ê jî ji bo perwredekirina civakê xwe ji nû de bi rêxistin kir.
Hilbijartina yekemîn kelecana yekemîn
Zelal Ceger li ser Kongreya TEV-DEM'ê ya 3'yemîn wiha dest bi axaftina xwe kir:"Me di pêvajoya destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya sala 2011'an de TEV-DEM ava kir. Dema ku me cara yekemîn sindoqên hilbijartinê danîn kelecanek pir mezin dilê gel girtibû. Ji bo hilbijartina meclîsan û dengdayinê gel gelekî kêfxweş bûbûn. Dema ku me Kongreya xwe ya yekemîn li dar dixist komên çeteyan xwe li her derê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bi cih dikirin û ji Helebê bigire heta her derê şerekî dijwar û berxwedanek hebû. Tişta herî esas ji bo me mijara rêxistinkirinê bû. Me li tevahiya Sûriyeyê xwe bi rêxistin kir."
'TEV-DEM di warê perwerdeyê de xwedî rolek girîng e'
Zelalê bal kişand ser pergala hevserokatiyê ya TEV-DEM'ê û wiha dewam kir:" Di beşa îdarî de mirovên ku karibûn alîkariya civaka xwe bikin cih girtin. Ji bo ku em civaka xwe birêxistin bikin em derbasî hemû malan bûn û me xwe bi rêxistin kirin. TEV-DEM ji aliyê birêxistinkirina komîn û meclîsan ve asteke bû xwedî asteke baş. Xwe gihand hemû biçûk û mezinên civakê ji hemû beşan gel di nav TEV-DEM'ê de cihê xwe digirin. Tevî ku li hemû welatê cîhanê jin ji sedî 10 cihê xwe di nav kar de digire, di nava TEV-DEM'ê de jin ji sedî 50'i cihê xwe digire. Li ser bingehê perspektîfên rêbertiyê pêdivî hebû ku em wekheviya kota ya ji sedî 50'î jî pêk bînin. Loma me di nava rêxistina TEV-DEM'ê de pergala hevserokatiya da rûniştandin. Ev jî bandorek erênî li ser rêgeza wekheviyê dike. Bi dehan Akademiyên Civaka Demokratîk perwredeya xwe dibînin. Dema ku me komiteya perwerdeyê ava kir, me got bi dehan rêvebertiyên me yên di komîn û meclisan de cihê xwe digirin dikarin biçin di van akademiyan de cihê xwe bigirin."
'Divê em di destpêkê de şoreşa fikir û raman pêk bînin'
Zelalê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku akademiyên wan li gor derfetên civakê ne û wiha got: "Em baş dizanin ku di hemû beşên civakê de Şoreşa Fikir û Raman divê pêk were. Ger ku em Şoreşa Fikir û Raman pêş nexin em ê nikaribin civaka xwe pêş bixin û Pergala Netewa Demokratîk ava bikin. Loma divê em di destpêkê de şoreşa fikir û raman pêk bînin. Li cihê ku ev şoreş pêk were vekhevî jî dê hebe."
'Bi riya TEV-DEM'ê herkesî Rojavayê Kurdistanê û Şoreş nas kir'
Zelalê di nav gotinên xwe de pêwendiyê Rêvebertiya Xweser û TEV-DEM'ê wiha pênase kir: "TEV-DEM nûnerên xwe perwerde dike û dişîne Rêvebertiya Xweser. Me xwest ku em di sala 2014'an de vê guhertinê çê bikin, şer hebû û derfetên me yê dayina biryarên bi vî rengî nebûn. Bi riya TEV-DEM'ê herkesî Rojavayê Kurdistanê û Şoreş nas kir."
Çima TEV-DEM'ê xwe guhert?
Sedemê guhertina pergala TEV-DEM'ê jî Zelalê wiha anî ziman:"Di sala 2018'an de em gihan vê qenaetê ku êdî divê em di pergalê de guhertinê çê bikin. Me ji meclîs û komînan û heta desteyan me hemû radestî Xweseriya Demokratîk kir. Pêdivî heye ku bi riya MSD'ê beşê me yê siyasî were birêvebirin. Pêdivî heye ku beşên me yên civakî bi riya TEV-DEM'ê were meşandin. Wê TEV-DEM'ê ji her aliyî ve bi careke din rola xwe bilîze."
'TEV-DEM temînata gelan e'
Zelalê wiha dawî li axaftina xwe anî:"TEV-DEM wê bi hişmendiya Netewa-Demokratîk civakê û ciwanan perwerde bike û beşdarî nava xebatan bikin. TEV-DEM parastina Netewa Demokratîk dike. Li hemberî feraseta kapîtalîzmê û netewperestiyê TEV-DEM wê pergala Netewa-Demokratîk biparêze. Hemû sazî di nav meclîsê de cihên xwe digirin. Koordînasyon ji mehê carekê xebata xwe dinirxîne û meclîs jî ji sê mehan carekê xebata xwe dinirxîne. TEV-DEM dikare li ser kêmasiyên ku di nava xebatên PYD'ê de tên jiyîn bisekine. TEV-DEM ji bo aştî û demokrasiyê dixebite."








