ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2018'AN
- 09:00 31 Tebax 2018
- Rojev
*Rêvebira Dibistana Bajarê Til Temirê ya Kantona Hesekê Eyhan Yûnis da zanîn ku xebat û xizmeta ji bo Zimanê Dayikê peywirek pîroz e û got:"Zimanê dayikê hebûna me ye divê em li hebûna xwe xwedî derkevin." DÎMEN HEYE
*Endama Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger derbarê lidarxistina Kongreya TEV-DEM'ê ya 3'yemîn nirxandinên girîng kir û bal kişand ser sedema guhertinan û got:"Tev-Dem ji bo aştî û demokrasiyê dixebite."DÎMEN HEYE
*Derbarê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de Endama Kongreya Star Hediye Şemo da zanîn ku ew dixwazin li hemû cîhanê aştiyek mayinde pêk were û got:"Ji bo jiyanek aştiyane, azad û demokratîk divê Abdullah Ocalan azad bibe."
* Endamên SES û Egîtîm Senê derbarê 1’ê Îlonê de axivîn gotin; " Bi salan e li gel ku êrîş diqewimin û şer tê kirin, lê dîsa gel tu carî dev ji têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bernedaye." DÎMEN HEYE
*Dêrsimiyan diyar kirin ku êrîşa li hemberî xwzayê di heman demê de li hemberî baweriyan e û dan zanîn ku ji ber civakek ji xwezayê hez dikin, bi taybet êrîşê xwezaya wan tê kirin û gotin ew dest ji xwezaya xwe bernadin, ew ê li şûna her darek ku hatiye şewitandin dareke din biçînin. BI DÎMEN
*Jinan ji bo mîtînga 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku li Qada Îstasyona Amedê pêk tê bang kirin û gotin: “Beyî serokatî aştî ne pêkane. Her kesê vê tecrîdê qebûl nake divê di 1’ê îlonê de xwedî li Rêbertiyê derkeve.”BI DÎMEN
*Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî bertek nîşanê êrîşa li hemberî 700’emîn a çalakiya Dayikên Şemiyê da û got tevî her tiştî wê di hefteya 701’emîn de li Qada Galatasarayê bin û bang li raya giştî kir ku piştgiriyê bidin. BI DÎMEN
*Girtiyê bi navê Medenî Varol yê li girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê dimîne, 3 meh e nabin nexweşxaneyê.
*Di 1’ê Tebaxê de ji girtîgeha Tarsusê bi du posteyan surgun hatin kirin û ez bi 28 hevalên xwe re anîm vir. Em bi 18 hevalan re ligel hevin. Em du koxuş in. Lê em nizanin 10 hevalên me yên din li ku ne. Em ji wan agahiyê nagirin. Em nizanin çi hat serê wan. Me bi midûrê girtîgehê re hevdîtin kir, lê cihê hevalên me ranegîhand. Me pirsî ka di tecrîd an jî îşkencê de ne.Midûr got ‘tiştekî wisa tune’. Lê koxuşên gel me vala ne. Naynin cem me. Em ji vê rewşê bi fikarin.
*Serpîl Kemalbay a HDP’î diyar kir ku di êrîşa li hemberî çalakiya Dayikên Şemiyê de ji bo kurê Hrant Dînk, Arat Dînk nedin dest polîsan li ber xwe dane û wêneyê ku wê demê hatiye kişandin û bûye sembol jî nirxand. Serpîlê got wan bi hembêzkirina Arat Dînk, rêgezên xwe hembêz kirine.








