Koma Şehîd Dilgeş û Kulîlkên Rojava amadekariya mîhrîcanê dikin

  • 17:25 30 Tebax 2018
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan/Delal Cemîl
 
TIRBESPIYÊ - Koma Kulîlkên Rojava yên Navçeya Tirbespiyê xwe ji bo 4'emîn Mîhrîcana Zarokan a ku wê di 1'ê Îlonê de li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê çê bibe amade dikin.
 
Di 1'ê Îlonê de bi dirûşma "Werin em bi hev re xeyalên zarokên Efrînê pêk bînin" 4'emîn mîhrîcana zarokan ew ê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê pêk were. Koma Kulîlkên Rojava yên Navçeya Tirbespiyê ji bo vê yekê amadekariyên xwe dikin û tînin ziman ku ji bo beşdarbûna mîhrîcanê ew gelekî bi kelecan in. 
 
Endama Rêveberiya Çand û Hûnerê ya Navçeya Tirbespiyê Bêrîvan Silo derbarê mîhrîcanê de wiha got:"Di warê dîlan, muzik, şanoyê de em zarokan perwerde dikin ku beşdarî mîhrîcanê bibin. Koma Şehîd Dilgeş yên ku di warê mûzîkê de tên perwerdekirin, piraniya wan bi temenê xwe bicûk in, Koma Kulîlkên Rojava jî xwe li ser girtina dîlanê perwerde dikin, koma şano jî ji bo mîhrîcana zarokan şanoyek amade kirine. Ji bilî perwerdeyên ku ji bo amadekariyê mîhrîcana zarok tên kirin, perwerde li ser ehlaq, hezkirin, hevaltî û paqijiyê ji bo zarokan tê şîrovekirin. Ji bo siberojek azad û aram em zarokên xwe perwerde dikin."
 
Her wiha Rêveberiya Koma Kulîlkên Rojava Nûr Hesen hestê xwe di derbarê 4'emîn mîhrîcana zarokan de anî ziman û got:" Ev 3 meh in ku em xwe perwerde dikin ji bo 4'emîn Mihrîcana zarokan a ku wê li Bajarê Rimêlanê were lidarxistin, em ê 5 dîlalan pêşkêş bikin, ez gelek kêfxweş im û bi heyecan im ji bo vê mihrîcanê. Zarokên me jî dibêjin ku em gelek bi kelecan in ji bo vê mihrîcanê." 
 
Endama Koma Kulîlkên Rojava Aya Mûrad jî kêfxweşiya xwe ji bo mihrîcanê anî ziman û wiha got:" Em 5 hereketê dîlanê ji bo zarokan pêşkêş bikin di hundirê mihrîcanê de ku wê di 1'ê mehê de li Rimêlanê were lidarxistin ez û hevalên xwe hemû gelek kêfxweş in. Em wek koma Kulîlkên Rojava yên Navçeya Tirbespiyê bi hêvî me ku em yên yekemîn derkevin di mihrîcanê de."