Dayikên Şemiyê sibe bi civînekê nexşerêya xwe diyar dikin

  • 14:10 30 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL - ÎHD'a Senbolê diyar kir ku wê Dayiên Şemiyê yên çalakiya wan hat qedexekirin sibe bi daxuyaniyekê nexşerêya xwe aşkera bikin. ÎHD'ê diyar kir ku ew li gel Dayikên Şemiyê yên dest li lêgerîna Edalet û windayên xwe bernedan e.
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê derbarê çalakiya Dayikên Şemiyê ya ku bi dirûşma, "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" ku li ber Lîseya Galatasarayê li dar dixistin de daxuyanî da. ÎHD'ê di daxuyaniya ku da de diyar kir ku ew ê  li gel Dayikên Şemiyê yên dest ji lêgerîna edalet û windayên xwe bernedan e bin.
 
ÎHD'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hikûmet ji bo krîza siyasî û aborî veşêre rageşiyê derdixîne  û wih dest bi daxuyaniya xwe kir:
 
"Wê dayikên Aştiyê, li gel êrîşên reşkirinê yên hikûmetê çalakiya xwe ya ku 23 sal û 3 meh in bi dil û can dikin ji îro û şûn de jî bidomînin. Çalakiya Dayikên Şemiyê ya ku ji bo dîtina zarokên xwe û darizandina kujerên wan didin meşandin tu kes nikare reş bike.  Her êrîşeke li dijî Dayikên Şemiyê wê ji aliyê civakê ve bê mahkûmkirin. Ev êrîşên li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê  û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ger ku ji aliyê dadgehên neteweyî ve neyên cezakirin wê ji aliyê dadgehên navneteweyî ve bên cezakirin û wê êrîşkar bê ceza neyên hiştin." 
 
ÎHD'ê herî dawî diyar kir ku dayikên Aştiyê ew ê sibe bi daxuyaniyekê nexşerêya xwe diyar bikin û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em carekedin êrîşên hikûmetê yên li dijî Dayikên Şemiyê şermezar dikin. Em wekî Komeleya Mafên Mirovan soz didin ku em ê her roj li gel Dayikên Şemiyê bin."