HDP’ya Mêrdînê bernameya xwe ya 1’ê Îlonê aşkere kir!
- 12:20 30 Tebax 2018
- Rojane
MÊRDÎN - HDP a Mêrdînê bernameya xwe ya çalakiyan a 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya cîhanê aşkere kir.
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê bernameya xwe ya çalakiyan a 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li avahiya xwe ya li Mêrdînê bi daxuyaniyekê aşkere kir. TJA, KCD, Dayikên Aştiyê, Platforma Kedê, Komeleya Nivîskarên Kurt, rêvebir û êndamên HDP û DBP’ê tevlî daxuyaniyê bûn. Bernameya 1’ê Îlonê ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak ve hat aşkerakirin.
Bernameya HDP'ê ya 1’ê Îlonê Rojja Aştiyê ya Cîhanê wiha ye:
1'ê Îlonê: Bi gelên Mêrdîn û yên navçeyên wê re ji bo ku tevli mîtînga wê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Amedê bê lidarxistin bibin saet di 14.00’an de li duryana Şemraxê bi gel re wê hevdîtin pêk bê û ji wê ji bo biçin Amedê bikevin rê.
3'yê Îlonê: Saet di 16.00’an de bi minasebeta 1'ê Gulanê ji Deriyê Diyarbekir yê li Artukluyê heta Qada Cumhuriyetê wê meşa bi erbane bê li darxistin. Piştî ku meş bi dawî bibe jî wê daxuyanî bê dayîn. Her wiha ji Qada Cumhuriyetê heta Deriyê Diyarbekir wê zincîra azadiyê a ji mirovan bê avakirin.
4'ê îlonê: li navçeya Qosera Mêrdînê saet di 16.00’an de wê mehmet Sîncar li ser gora xwe bê bîranîn.
Herwiha di daxuyaniyê de bang li gel hat kirin ku ji bo bernameya 1'ê Îlona Roja Aştiyê ya Cîhanê li Mêrdînê tevlîbûnekî xûrt bê kirin.
Daxuyanî bi çep û bi dirûşman bi dawî bû.








