Yenî Akît dîsa zarok û jin hedef nîşan dan!

  • 11:59 30 Tebax 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Yenî Akît, dîsa jin û zarok hefef girtin û xwest ku rê li ber zewaca di temenê biçûk de bê vekirin.
 
Rojnameya Yenî Akît ku bi nêzîkbûna xwe ya li gel AKP'ê tê zanîn, dîsa jin hedef nîşan dan.  Di nûçeya ku bi sernaêv "Rê nedin kesên li dijî malbatê" ya bi îmzeya Faruk Arslan hat weşandin, zewaca di temenê biçûk de hat parastin û hat  xwestin ku pêşnûmeqanûna di sala 2016'an de ya Qanûna Cezayê li Dadgehê ku ji bo guhetin têde bê kirin a ji aliyê AKP'ê ve anîn meclisê û li ser bertekên jinan paşve hat kişandin bikeve meriyetê. Herwiha di nûçeyê de jinên ku wê demê li dijî pêşnûmeyê bertek nîşan dan ên feminîst jî wekî "dijminê malbatê" û hikûmet jî wekî "Saziya ku mexdûriyeta kesên di temenê ciwan de zewicîne diparêze" pênase kir.
 
Nûçeya ku rojnameyê wekî manşet serwîs kir, li ser medyaya civakî rastî bertekan hat.
 
Di nûçeya mijara gotinê de zewaca di temenê biçûk de hat parastin ku êrîşa zayendî tê de tê meşrûkirin wiha dibêje: "Li DYA û Ewropayê zewca di temenê biçûk de tê teşwîkirin, li Tirkiyeyê ji ber zewaca di temenê biçûk de ku bi rizaya malbtê û ya zarokan tê kirin ji ber dozên ku tên  vekirin mêr bi cezayê girtîgehê yê di navbera 8016 salan de tên cezakirin. Bi vê pêkanînê re jinên ku hevjînê wan tê girtin şert û mercên jiyanê yên herî xirab re rûbirû tên hiştin û zarok jî perîşan dibin."