'Gelê Şengalê wê tucarî Mam Zekî ji bîr neke'

  • 10:28 30 Tebax 2018
  • Rojane
Vîyan Sead/Orîvan Ebdo
 
ŞENGAL - Li Şengalê endamên meclîsa TAJÊ ê ên bajeroka Xanesorê weneyên  Mam Zekî  li duwar û kolanên bajarokê sinonê daliqandin. 
 
Tevgera Azadiya   Jinên Êzidî (TAJÊ)  weneyên Zekî Şengalî li bajaroka sinonê daliqandin. Jinên Êzidî yên ku diyar kirin ew ê li ser şopa Mam Zekî li ber  xwe bidin gotin wê dijmin tu carî nikaribe me û Mam Zekî ji hev qut bike û em ê Şengalê û Êzidîxana xwe ya rengîn bi wêneyên wî bi xemilînin û bi berxwedana wî biparêzin.  
 
Li ser navê TAJÊ Canê Silêman a ku axivî ev tişt got: "Di destpêkê de ez bejna xwe li hemberî hemû şehîdên Êzidîxanê ditewînim. Jinên Şengalê wê tu carî  Mam Zekî ji bîr nekin. Niha jî em ê li Sinûnê wêneyênwî daliqînin û bila  dijmin baş zanibe  bi êrîşên xwe wê nikaribe me ji fikra Mam Zekî  û tifaqa gelê ezidî qut bike. Mam Zekî ji bo kurdên Êzidî şehîd ket îro jî divê em xwedî lê derkevin û em ê tu carî xwîna wî li erdê nehêlin bila dijmin vê baş zanibe ku wê nikaribe kurdan ji hev parçe bike."
 
'Daxwaza wî ya serke hêz û tifaqa gel bû'
 
Dayîka bi navê Koçer Murad ji bo şehîd Mam Zekî  wiha got:" Mam Zekî ji bo me gelek ked û xebat da meşandin û her daxwaza wî ya serkeke hêz û tifaqa di nava gel de bû. Man Zekî li Şengalê şehîd bû. Heta zaroka me ya dawîn jî em ji bo tola Mam Zekî hildin em ê li ber xwe bidin.  Heta ku em hebin em Mam Zekî ji bîr nakin û em ê li ser şopa wî têkoşîna xwe bidomînin. Bila kêfa dijmin neyê îro bi hezaran Mam Zekî li çiyê Şengalê di berxwedanê de ne."
 
Koçer herî dawî ev bang li kurdên êzidî kir: "Di demê wiha de pêwîst e em yek rih û yek destî bin û tifaqa Mam Zekî  ku di nava gelê xwe dida meşandin em jî di jiyana xwe de pêk bînin"
 
Her buhstek wê bi wêneyên wî bê xemilnadin
 
Jina bi navê Nafiye Mêşo jî ji bo Mam Zekî wiha got:"Em niha li devera Sinûnê ne û em wêneyê mamê xwe dadiliqînin. Bila dijmin baş bizanibe kes nikare me ji Mam Zekî qut bike û êm ê her buhsteke erda Şengalê bi wêneyên wî bixemilînin. Mam Zekî Şehîd e li bi rihê xwe di nav me de ye.  Em îro weke kurdên ezidî li çîyayê şengalê bi ked û  fikira wî li cîhanê hatin naskirin. Em êzidî jî bo ku xe bi hêz bikin em ê li ser şopa wî têkoşîna xwe berdewam bikin. "