Dayika Şemiyê Emîne Kaya: Me li wê qadê tenê nehêlin

  • 09:10 30 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL- Dayika Şemiyê Emîne Kaya ku bi hewldana xwe xwe gîhand hestiyên bavê xwe Ahmet Kaya û bi daxwaza kujer bên darizandin li ber Lîseya Galatasarayê cihê xwe girt wih agot: “Ez bang li raya giştî dikim. Me dayikan li wê qadê tenê nehêlin.”
 
Emîne Kaya; 46 salî ye û diçe malan paqijiyê. Zarokên xwe mezin dike û li benda kurê xwe yê li leşkeriyê ye. Emîne her çiqas li gorî standartên Tirkiyeyê ‘jinek makul’ bê dîtin jî di esasê de ne wisa ye. Emîne ji bilî van ev 20 sale her tim tiştekî ku dike heye. Her şemî li ber Lîseya Galatasarayê di çalakiya dayikên şemiyê de cih digire. Emîne bi salan e ji bo kujerên bavê wê Ahmet Kaya ku di 1996’an de li Colemêrgê hat windakirin, bê darizandin têdikoşe. Emîne di encama têkoşînek mezin de di 25’ê Tebaxa 2017’an de xwe gîhand hestiyên bavê xwe.Hestiyên Ahmet Kaya û 9 xizmên wî li gundê Taşkonak a Guçlukonak a Şirnexê di gora komî de hat dîtin.
 
‘Min bi derfetên xwe hestiyên bavê xwe dît’
 
Emîneyê diyar kir ku ew çû ku derê encam negirtiye û wiha got: “Min gora bavê xwe bi derfetên xwe çêkir. Bi alîkariya xizmên xwe me hestiyên wan bi giştî yê 10 kesan li betaniyê gerandî derxist. Piştre me di sê tabûtan de anî Yatagankaya ya Şirnexê defin kir.”
 
‘Emê li wan qada bin’
 
Emîneyê wiha berdewam kir: “Ji bo bavê xwe ez zivistan havîn li ber Galatasarayê bûm. Çiqas zext hebin jî em li wir bûn. Em êrîşî wan nakin. Em tiştekî nakin. Em bi wêne û qurnefîlan rudinin. Em dixwazin berpirs bên darizandin. Em hestiyên xwe dixwazin. Dema em li bavê min digeriyan em rastî zextên mezin hatin. 4 meh berê ez li Kanaryayê li mala xwe di serdegirtina malan de hatim binçavkirin. Di lêpirsînê de gotin tu çima li ber Galatasarayê rudinî. Min got ‘ez ji bo bavê xwe rudinim. Ez 4 rojan di bin çavan de mam. Runiştina doza min di 4’ê îlonê de li 35’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ye.”
 
‘Çi ji me dixwazin’
 
Emîne ku di hefteya 700’emîn ya çalakiya Dayikên Şemiyê de li qadê bû behsa êrîşa polîsan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çi ji me dixwazin. Em tenê gor û hestiyên xizmên xwe dixwazin. Em dixwazin kujer bên darizandin. Ez bang li rayagiştî dikim. Me li wê qadê tenê nehêlin. Min 3 zarokên xwe jî li wir mezin kirin. Bibin dengê me.”