Necla Şengul:Li dijî israra şer a dewletê emê di aştiyê de israr bikin

  • 09:05 30 Tebax 2018
  • Rojane
ÎZMÎR-Yek ji rêvebera ÎHD’ê Necla Şengul diyar kir ku wê li dijî binpêkirina mafan a di OHAL’ê de zêde bûye û di çalakiya Dayikên Şemiyê de xwe daye der, têkoşîna wan bidome û anî ziman ku wê li dijî israra şer û înkarê ya dewletê israra wan a aştiyê jî berdewam bike.
 
Hawêra şer û zextan a desthilatdariya AKP’ê bi rejîma yek kesî xwe xist jiyanê herî zêde mafê mirovan binpê dike. êrîşa li hemberî 700’emîn çalakiya Dayikên Şemiyê yek ji mînakên vê ya aşkera bû. ÎHD ji salên 90’î heta niha li hemberî vê têkoşîna xwe didomîne. Endama Navenda Giştî ya ÎHD’ê Necla Şengul bi lêv kir ku divê parêzvanên mafên mirovan ji bo aştiyê zêdetir piştgiriyê bidin ÎHD’ê.
 
‘Me carek din dijminahiya dewletê ya li dijî aştiyê dît’
 
Neclayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku aştî bi qasî mafê jiyanê girîng e û got ew şopdarên binpêkirina mafên mirovan yên li Tirkiye û Kurdistanê tên jiyîn in û ev tişt vegot: “Bi qedandina pêvajoyê re girîngiya aştiyê carek din xwe daye  der. Vê rewşê carek din nîşan daye ku rayedarên dewletê dijminê aştiyê ne.”
 
‘Sozên ji bo dayikan hatin dayin veguherîn heqaretê'  
 
Neclayê destnîşan kir ku parêzvanên mafên mirovan di bin zextan de ne û wiha pê de çû: “Der barê gelek rêveberên komeleyê de doz hatiye vekirin. Berê Tayyîp Erdogan bang li dayikan kir û got ‘Wê gorên zarokên we bên dîtin’. Daxuyaniya wezîrê Karên Hundir jî mirovan diêşîne û qet li wezîrekî nayê. Ev daxuyanî  nêrîna dewletê ya li hember Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê nîşan dide. Tiştekî bêguherîn tune ye. Sozên ji dayikan re hatin dayîn veguherîn heqaretê. Em parêzvanên mafên mirovan jî em ê israra xwe ya di alî aştiyê de bidomînin.”
 
‘Li Tirkiyeyê şer tê înkarkirin’
 
Neclayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser şerê ku bi salan e tê meşandin û bi lêv kir ku şer bi salan e tê înkarkirin û wek mijarek herêmî tê nîşandan. Neclayê daxuyakirin ku wê parêzvanên mafên mirovan ji bo aştî bê, xeta têkoşînê berfirehtir bikin.