TJK-E: Em ê berxwedana Daykên Şemiyê li cîhanê belav bikin
- 13:13 26 Tebax 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê Bi daxuyaniyeke ku da êrîşa li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê ya di heteya 700'emîn de şermezar kir û got; "Dewleta tirk divê zanibe, ev berxwedana Dayikên Şemiyê ya bi êşê, hêrsê, hêvî û bêrîkirinê wê geştir bibe."
Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê ((TJK-E) li ser êrîşa li ser Dayikên Şemiyê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çalakiya bi pêşengiya dayikên kesên ku hatine nebedîkirin, li gel êrîşên dewleta tirk û şertên dijwar jî 700 hefteyan berdewam kiriye.
TJK-E’yê êrîşa dewleta Tirk a li ser Dayikên Şemiyê ya di çalakiya hefteya 700’emîn de bi bîr xist û got, ‘’Divê dewleta tirk bizanibe, ev berxwedana Dayikên Şemiyê ya bi êşê, hêrsê, hêvî û bêrîkirinê wê geştir bibe. Ji niha û pê de jî, weke hefteyên bihurî, Dayikên/Mirovên Şemiyê ti caran wê serî li hemberî van êrîşan netewînin û heta ku kujer werin darizandin û edalet pêk were wê bidome.
Em jinên kurd ên li hemû deverên Ewropayê rêxistinî, êrîşên faşîst ên li ser Dayik/Mirovên Şemiyê bi hêrseke mezin şermezar dikin. Li her devera ku em lê ne, em ê di her şertî de li têkoşîna wan mafdar xwedî derkevin û ji bo ku em berxwedana wan a rûmetê ji bo hemû cîhanê ragihînin em ê li rex wan bin.’’








