Li Efrînê du jin hatin îşkencekirin
- 10:26 26 Tebax 2018
- Rojane
EFRÎN - Hat aşkerakirin ku komên OSO'yê jina bi navê Gulê Nûrî û Helîma Mûsa îşkence kirine.
Ji Efrîna ku di bin dagirkeriya hêzên tirk û komên OSO'yê de ye agahiyên ku sivîl tên îşkencekirin tên. Li gorî nûçeya ku di ANHA'yê de hat weşandin hat diyarkirin ku li herêma Raco çavkaniyeke herêmî, diyar kir ku berî bi du mehan komên OSO'yê jina bi navê Halîme Musa (42) û Gulê Nûrî bi hinceta ku têkiliya wan bi rêveberiya herêmî re heye revandine û birina girtîgeha Meheta ya li gundê Meydana yê.
Heman çavkaniyê di heman demê de diyar kir ku komên OSO'yê her du jin bi îşkenceyê re jî rûbirû hiştine.








