'Stêrkek bedew ber bi asoyên azadiyê ve çû'
- 09:52 26 Tebax 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Jina têkoşer, welatparêz û dayika berxwedêran Edla Mûrad di 21'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê Edla Mûrad de Berdevka Kongreya Star Gulîxan Tahir diyar kir ku Edlayê mînakek taybet a jinên têkoşer bû û got:"Ew stêrkek bedew bû û ber bi asoyên azadiyê ve çû."
Jina têkoşer, welatparêz û dayika berxwedêran Edla Mûrad di 21'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê Edla Mûrad de Berdevka Kongreya Star Gulîxan Tahir da zanîn ku ew ê li mîrateya Edlayê ya têkoşînê xwedî derkevin û got ku ew rûyê jiyanê yê ronî bû.
Gulîxan Tahir bi lêv kir ku keda Edlayê û malbata wê ya ji bo Şoreşa Rojava hêjayî gotinê ye û got:"Du kurê Edlayê û hevjînê wê di oxira têkoşîna doza Kurd de jiyana xwe ji dest dan. Wan soz dabûn ku ew ê heta dawiya emrê xwe têkoşîna ji bo doza Kurd bidin. Edlayê mînaka jina têkoşer û bi hêvî ye. Dê gelê Kurd keda edlayê û malbata wê ya ji bo doza Kurd ji bîr neke. Bi kesayeta jinên berxwedêr azadiya civakan mîsoger dibe. Edlayê jî mînaka kesayeta jinên berxwedêr e."
'Stêrkek bedew ber bi asoyên azadiyê ve çû'
Gûlîxanê da zanîn ku Edlayê mînakek taybet a jinên têkoşer e û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Edlayê rûyê jiyanê yê ronî bû. Bi milyonan jin dê li mîrateya wê xwedî derkevin. Em ê çîroka Edlayê bidomînin. Ji ber ku ew stêrkek bedew bû û ber bi asoyên azadiyê ve çû."








