‘Em ê xwedî li cenazeyan derkevin, em ê li cem malbatan bin’
- 09:01 26 Tebax 2018
- Rojane
AMED - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, mijara radestnekirina cenazeyên PKK’iyan û neavakirina mala şînê nirxand û diyar kir ku ew vê zilmê qebûl nakin û wê xwedî li cenazeyên xwe derkevin.
Cenazeyên PKK’îyên di pevçûnên dîrokên cuda de hatine jiyîn jiyana xwe ji dest dane, teslîmê malbatên wan nayên kirin û li Saziya Tipa Edlî û morgên nexweşxaneyan nêzî 300 cenaze tên payîn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun der barê mijarê de nirxandin kir û wiha got: “Yên jiyana xwe ji dest dane zarokên vê axê ne. Ev 40 sale hîna îşkence bi cenazeyan tên kirin. Ev 40 malbat li miriyên xwe digerin. Nahêlin malbat tevlî cenazeyên zarokên xwe bibin.”
‘Em ê xwedî li cenazeyan derkevin’
Remziyeyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Dibêjin em li welatekî demokatîk in. Lê ev ne demokrasî ye. Destûrê nadin malbat cenazeyên xwe bigirin. Ev faşîzm e. Destûrê nadin malbat şîna xwe deynin.Ji ser malbata şerê psîkolojîk tê meşandin. Ev rêbaza terbiyekirina gelê Kurd e. Dixwazin gel dest ji zarokên xwe berdin. Êrîşî gorên wan dikin. Em ê bertekên xwe li hember vê nîşan bidin. Em ê xwedî li cenazeyên xwe derkevin.
‘Li bavê ku çû ser cenazeyê kurê xwe lêpirsîn hat vekirin’
Remziyeyê bi lêv kir ku ji bo cenazeyan wê serî li her derê bidin û wiha pê de çû: “Dibêjin em musliman in. Ev ne muslimantî ye. Ev di tu ol û zimanî de ne mirovahî ye. Madem Diyanet lê dinêre divê cudahiyê neke navbera nijad, ziman û ol û cenazeyan li gorî usulê defin bikin. Lê diyanet jî cenazeyan li gorî ol û ziman ji hev vediqetîne. Malbatan tehdîd dike. Mala şînê ya ji bo cenazeyan tê vekirin rastî êrîşan tên. Li bavê ku tevlî cenazeya kurê xwe dibe lêpirsîn tê vekirin. Em vê zilmê qebûl nakin.”








