Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin tên berdan
- 17:37 25 Tebax 2018
- Rojane
STENBOL – Kesên di mudaxeleya li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê de hatin binçavkirin piştî îfadeyên wan li emniyetê hatin girtin tên berdan.
Di êrîşa li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700’emîn a li Qada Galatasarayê herî kêm 47 kes hatin binçavkirin. Yên hatin binçavkirin piştî îfadeyên li emniyetê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê tên kirin. Kesên li vir tên muayenekirin piştre tên berdan.
Hat zanîn ku heta niha Gamze Elvan, Ozge Elvan, Besna Tosun, Sînan Arslan, Murat Akbal û Faruk Eren hatin berdan û yên din jî dê di saetên pêşde bên berdan.








