ÎHD: Kesên ku hatine binçavkirin bila bên berdan
- 15:01 25 Tebax 2018
- Rojane
STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê derbarê êrîşên li ser Dayikên Şemiyê de daxuyanî da û xwest ku kesên hatine binçavkirin bên berdan.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê êrîşên li ser Dayikên Şemiyê de daxuyaniya nivîskî da û xwest ku kesên hatine binçavkirin bên berdan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çalakiya Dayikên Şemiyê bi fermana Wezareta Karê Hundir ve hatiye astengkirin û êrîş li kesên ku diçûn qada çalakiyê hatiye kirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Hemû cihên ji bo ketina qadê hatine girtin, êrîş û binçavkirin li kuçeyên navberê didomin. Agahiyên ku kesên hatine girtin di wesayetên polîsan tên girtin, me bi dest xist. Em li Wezareta Karê Hundur dikin ku Rêvebirên Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û aktivistên me serbest bên berdan û derbarê hêzên ewlehiyê yên ku sûc dikin, lêpirsîn bê destpêkirin."








