Çalakiya Dayikên Şemiyê piştî berxwedanê bi dawî bû

  • 14:48 25 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL - Çalakiy Dayikên Şemiyê ku di hefteya 700'emîn de ji ber ku destûr nehat dayîn dayikan dest bi berxwedanê kir ji ber gaza îsotê ku bi ser çalakvanan de hat berdan çalakî hat bidawîkirin.
 
Çalakiya Dayikên Şemiyê bi dawî bû. Hat aşkerakirin ku ji ber êrîşa polîsan gelek kes haine binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin Muduryeta Emniyetê ya li Vatanê.  Ji ber ku destûr nehat dayîn çalakî bê li darxisitn bi ser girsya ku li ber xwe da de gaza îsotê hat barandin û bi guleyên pilastîk ji aliyê polîsan ve êrîş hat kirin. Giseyê jî bi dirûşmên, "Kujer polîs" bersiv da polîsên êrîşkar.
 
Ji ber gaza ku hat avêtin gelek kes ji ser hişê xwe çû, ji ber ku bê navber bombeyên gazê hatin avêtin girse belav bû. Çalakî hat bidawîkirin.