Dayikan bang li rayedaran kir: Kujeran darizînin em nema tên vir

  • 14:29 25 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê Çalakiya Rûniştinê pêk tînin vê hefteyê xwestin ku çalakiya xwe ya hefteya 700'emîn pêk bînin. Lê çalakiya dayikan ji aliyê Qeymeqametiya Beyogluyê ve hat astengkirin. Ji xizmên windayan Hanîfe Yildiz ku bertek nîşanî astengkirina çalakiyê da wiha bang li rayedaran kir: "Bila kesên ku xizmên me winda kirin bên darizandin em nema tên vir. Çawa hatina me ya vir sûc tê hesibandin?"
 
Çalakiya hefteya 700'emîn a Dayikên Şemiyê ku li Qada Galatasarayê li dar dixin ji aliyê Qeymeqamtiya Beyogluyê ve hat astengkirin. Piştî ku Qada Galatasarayê hat qedexekirin  Dayikên Şemiyê û kesên parêstvanên mafên mirovan ku piştgirî didan çalakiya wan li nêzî Lîseya Galatasarayê hatin gel hev. Parstvanên mafên mirvan ku bertek nîşanî hişyariya polîsan a "belav bibin" dan, dirûşma "Wê hêrsa dayikan kujeran bifetisîne" berz kirin.
 
Ji Dayikên Şemiyê dayika Hasan Ocak ê ku di 21'ê Adara 1995'an de hat revandin û hat qetilkirin ku piştî kuştina wî çalakiya Dayikên Şemiyê dest pê kir Emîne Ocak wiha got; "Em nema diqedînin. Êdî bes e!"
 
Emîne Kaya: Wê salên borî me bêzar nekin
 
Emîne Kaya ya ku bavê wê  di bin çavan de hat windakirin jî wiha got; "Hun dibînin. Kesên ku tên tunekirin em in. Êdî bes e. Ew ê salên derbasbûyî me bêzar nekin. Ev hefteya 700'emîn e ku em li vir in."
 
'Kesên ku xizmên me winda kirin bila bên darizandin'
 
Dayika Murat Yildiz ê ku di bin çavkan de hat windakirin, Hanîfe Yildiz jî wiha got: "Bila kesên ku xizmên me winda kirin bên darizandin em nema tên vir."
 
Mukaddes Şamlioglu: Hun ji van qurnefîlan ditirsin?
 
Endama Komeleya Mafên Mirovan û mirova Şemiyê Mukaddes Şamlioglu jî wiha got; "Hun ji van qurnefîlan ditirsin?  Ev qurnefîl zarokên me ne. Bêhlin ku em li zarokên xwe bigerin."
 
Kesên ku hatin binavkirin navê wan wiha ye:  Maside Ocak, Besna Tosun, Alî Ocak,Hasan Karakoç, Sebla Arcan, Gamze Elvan, Serokê Giştî yê DİSK Basın-Îş Faruk Eren, Sekreterê Giştî yê DÎSK Gida-Îş''ê Levent Gokçek, Ji rêveberiya Bajêr Ozer Oymak, Eren Baskin.